‘Mijara herî girîng a pêvajoyê naskirina statuya zimanê Kurdî ye'

MÊRDÎN - Nivîskar Ahmet Çelîk diyar kir ku ji bo pêvajo bi rêk û pêk bimeşe divê pirsgirêka ziman were çareserkirin û statuya Kurdî bê qebûlkirin.   

15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, bi çalakiyên cur bi cur û bi daxwaza "Statuya Kurdî, perwerdeya bi Kurdî" tê pîrozkirin. Nivîskar Ahmet Çelîk ku li Mêrdînê yek ji kesên amadekariyên 15'ê Gulanê dike ye, diyar kir ku heke pirsgirêka ziman neye çareserkirin dê bandoreke neyînî li ser pêvajoya heyî bike. Çelîk, bi lêv kir ku Kurdan bi sedan salan tevî zext û polîtîkayên pişaftinê jî karine zimanê xwe biparêzin. Çelîk, diyar kir ku divê têkoşîna ji bo ziman di roja me de mezintir bibe. 
 
HER ROJ KURDÎ  
 
Çelîk, diyar kir ku divê Kurdî tenê di Cejna Ziman de neyê tengkirin û got: “Divê her cih û her kêliya me bi Kurdî be. Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Kovara Hawarê cara ewil di 15’ê Gulanê de bi tîpên Latînî hate weşandin û ev ji bo Kurdî lûtkeyeke. Bi vê wesîleyê ez Mîr Celadet, Kamîran Êlî, Nûrettin Zaza, Osman Sebrî, Seydayê Cegerxwîn bi rêzdarî bi bîr tînim. Divê her 364 rojên me yên din jî em bi taybet cih bidin Kurdî. Em li her derê dibêjin ‘zimanê me hebûna me ye.’ Madem wisa ye, wê demê divê em xwedî lê derkevin. Çawa ku dema xetere li ser hebûna me çêdibe em hewl didin xwe biparêzin, divê em zimanê xwe jî wisa biparêzin. Heke ziman nebe em jî tune ne. Em çawa xwedî li zarokên xwe derkevin, çawa ku em dema nexweş dibin diçin cem bijîşkan, çawa em dermanan bi kar bînin.. divê em wisa xwedî li zimanê xwe jî derkevin. Ji ber ku heke zimanê me nebe, em jî tune ne. Nexwe em ê di bin dîlîtiyê de bihelin û tune bibin.” 
 
'JI BO XWEDÎDERKETINA LI KURDÎ DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN’ 
 
Bi domdarî Çelîk anî ziman ku salên dirêje li Mêrdînê xebatên Kurdî li ser şexsan tên meşandin û got: “Her çend Mêrdîn bajarekî pirzimanî be jî piranî Kurd in. Di axaftinê de Kurdî tê tercîhkirin. Lê di mijara nivîskî û pêşxistinê de, di mijara polîtîkayên pişaftinê de kêmasî hene. Divê Kurdî bibe zimanê bazarê, danûstandinê, perwerde û hemû qadên jiyanê. Temamkirina kêmasiyên li vî bajarî dikeve ser milê nivîskar, wêjevan, siyasetmedar û rêveberiyên herêmî. Dema me di zimanê xwe de israr kir, wê demê em ê bi ser kevin. Gel bi Kurdî diaxive lê heke ji bo xwedîderketinê gav neyên avêtin, ev dê ji bo demên pêş baş nebe.” 
 
LI HER QADA JIYANÊ KURDΠ
 
Çelîk, destnîşan kir ku ji bo Kurdî ji nifşên nû re bimîne divê Kurdî xwedî statu be û axaftina xwe wiha qedand: “Heke Kurdî xwedî statu nebe, heke nebe zimanê perwerdeyê dê nekare balê jî bikişîne. Niha bi sedan xwendekarên Zanîngeha Artukluyê hene lê bêkar in. Lewma balê nakişîne. Niha pêvajoyeke nû heye. Di van 50 salan de bi hezaran ciwanên me bûn leheng. Gund hatin valakirin, talan û wêrankirin. Dibe ku gelê me bala xwe nedabe ser hin tiştan lê niha pêvajoyek heye. Heke pirsgirêkek were çareserkirin, divê lê bizivirin û bibînin ka sedema wê çi ye. Yek ji pirsgirêka herî girîng jî ziman e. Heke pirsgirêka ziman neyê çareserkirin dê pêvajo nîvco bimîne. Lewma divê berpirsyar ji ewil bikin ku Kurdî bibe xwedî statu. Ev, mijara herî girîng a pêvajoyê ye. Ev ne karê dersa vebijêr e. Divê mîna Tirkî, ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerde bi Kurdî be û Kurdî bibe xwedî statu. Dema statuya Kurdî çêbû û astengî hatin rakirin dê têkoşîna me bi dawî nebe. Wê demê jî ji bo Kurdî bibe zimanê cîhanê em ê têbikoşin.” 
 
MA / Ahmet Kanbal