Têketina herêmên dar lê tên birîn hate qedexekirin

img
ŞIRNEX - Çiyayên Gabar û Cûdî jî di nav de li Şirnexê têketina 13 herêmên ku dar lê tên birîn, hate qedexekirin. 
 
Gelek herêmên li navenda Şirnexê û navçeyên wê Cizîr, Basa, Silopiya, Qileban û Elkê weke “herêmên ewlehiya taybet” hatin ragihandin. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de got ku dê qedexe ji 12’ê Gulanê heta 26’ê Gulanê bidome. 
 
Herêmên hatine qedexekirin ev in: “Herêma Bestayê, çiyayên Cûdî, Gabar, Kela Memê, Kurt, Berê Derya, Mehrî, Textêreş, Kato Jîrka, Kato Marunîs, herêma Dulê û Suhurpaşalayla.”