Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Tekîk jiyana xwe ji dest da 2025-05-11 06:00:19 ÊLIH - Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.  Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Tekîk ku rakirin Nexweşaneya Siyamî Ersek a Stenbolê, tevî mudaxileyan jî nehate xelaskirin.    Xwişka Tekîk, rojnameger Gulistan Tara jî di Tebaxa 2024’an de li bajarê Silêmaniyeyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê di encama êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk de hatibû qetilkirin.