Li Amedê hejmara kesên ji ber şewatê hatine binçavkirin derket 5'an 2025-06-07 15:16:01   AMED - Bi binçavkirina endezyarê înşaetê re têkildarî şewata li Amedê ku di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, hejmara binçavkirinan derket 5'an.   Têkildarî şewata ku di 5'ê Hezîranê de li Sîteya Rojava ya 13 qatî ya li navçeya Peyas a Amedê derket, 4 kes hatibûn binçavkirin û îro jî kesek din hat binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsîna li ser şewatê de, mutehîtê avahiyê, şefê şantiyeyê, rêvebir û her wiha wezîfedarê kontrolê yê înşaetê duh hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsînê de endezyarekî înşaetê jî îro hatiye binçavkirin.   Kesên ku hatine binçavkirin hê jî li emniyetê ne.