Li Wanê rez û baxçeyên 20 gundan ji ber nebûna avê ziwa bûn 2025-06-08 09:01:31 WAN - Ji Bendava Xernekê ya li çemê Karasû yê navçeya Payîzava ya Wanê bi armanca avdanê hatiye çêkirin lê ji ber ku avê nadin gundiyan bax û baxçeyên 20 gundan ji ber nebûna avê ziwa bûn. Gundiyan diyar kirin ku ew nikarin bi çandinî yan jî sewalvaniyê re mijûl bibin û ragihandin ku piştî Cejna Qurbanê ew ê dest bi çalakiya protestoyî bikin. Ji ber kêmbûna ava bendava Zirnekê, ku bi armanca avdanê li ser Çemê Karasû yê navçeya Payîzava ya Wanê hat avakirin, dehl, rez û baxçeyên bi dehan taxan ber ziwabûnê ne. Santrala şîrketa taybet her sal gel hêj bêhtir mexdûr dike, hemû serlêdanên welatiyan ên ji bo çareseriya pirsgirêkê bêbersiv man. Şîrketa ku zivistanê ji bo hilberîna elektrîkê avê xerc dike, bi hinceta kêmbûna avê, havînê tenê mîqdareke biçûk a avê dide gundiyan. Nêzî 20 gundên ku li dora çem bi cih bûne û zêdetirî 7 hezar kes jî di nav de zehmetiyeke mezin dikişînin. Şêniyên ku nikarin bi xwedîkirina heywanan an jî bi çandiniyê re mijûl bibin, daxwaza çareseriyê ji bo pirsgirêkê dikin. Her sal 400 TL'yî didin Sendîkaya Avdanê ya Karasûyê.   BERTEKÊN GUNDIYAN    Welatiyê bi navê Naîf Çelîk li gundê Hingiştans dimîne û wiha bertek nîşan da: "Berê cohek avê hebû, ev jî hat girtin. Dê ava bendavê bidin me lê ew jî nedan. Tu feydeya bendavê ji me re nîn e. Hezar pezên min hene. Ger ez nekaribim şîrê pez vexwim, penêr bixwim ez ê çi bikim wan pezan. Perê ava cohê ji hemû welatiyan girtin lê avê nadin welatiyan. Em diçin gel qaymeqam, walî, Midûriyeta Karê Avê ya Dewletê lê pirsgirêkê çareser nakin."   DAR JÎ HIŞK BÛN   Yûsûf Çelîk ê li heman gundî dijî anî ziman ku bendav ji bo avdaniya çandiniyê hatiye çêkirin, lê ji bo hilberîna elektrîkê tê bikaranîn û wiha axivî: "Em ji Edene, Dîlok û Stenbolê ji bo çandinî û xwedîkirina heywanan hatin vê derê. Berê 25 hezar pezê me hebûn, niha tenê 4 hezar maye. Gelo em dîsa dev ji welatê xwe berdin û koçber bibin? Ceyran li bendaveke ku bi armanca çandiniyê hatiye avakirin tê hilberandin. Tiştekî bi vî rengî çawa dikare bibe? Hezar darên min ên sêvan hene, hemû hişk bûne. Ji bo mezinkirina van daran bi salan min têkoşîn da. Em ji bo çandiniyê avê dixwazin. Avê peyda nakin, lê heqê avê ji me qut dikin."   Abdulkerîm Gumuş li navenda Payîzavayê dijî wiha axivî: "Weke gelê Gurpinarê em bi vê avê ve girêdayî ne. Ev bendav aîdî me ye, ne ya dewletê ye. Berhemên me şewitîn, em nikarin darên xwe av bidin. Dewlet me difroşe muteahîtan. Ma em ne hemwelatî ne? Em dixwazin dewlet û parlamenter alîkariya me bikin."   Seyfettîn Uçer ê li gundê Xarûnika dijî diyar kir ku ji dema avabûna bendavê û vir ve ew mexdûr bûne û got, "Havîn hatiye û dar, zevî, dehl û heywanên welatiyan hemû bê av in. Dewletê ev bendav ava kir ku av bigihêje heywan, rez û baxçeyên welatiyan. Mixabin em nikarin ji vê xizmetê sûdê werbigirin. Di meha Hezîranê de hemû rez, bax û zeviyên me ziwa bûn. Em bi ku ve biçin jî em nikarin dengê xwe bidin bihîstin. Em dibêjin, 'Êdî bes e'."   Lezgîn Gumuş ku li gundê Hingiştansê dimîne wiha got: "Em nikarin ji bendavê sûdê wergirin. Hemû berhemên me dişewitin, heywanên me dimirin. Em vê zilmê qebûl nakin. Berê li gundê me 30 hezar heywan hebûn, niha tenê 3 hezar heywan mane. Heywan nikarin avê vexwin. Ev hemû heywan, ev hemû mirov, ev hemû çandinî, ev dar hemû dimirin."   JIYANÊ ASTENG DIKIN   Keyayê gundê Xarûnîka Garbî Taniş diyar kir ku ew mexdûr in, zext li wan tê kirin û destnîşan kir ku tevî meha Hezîranê jî ji ber kêmbûna avê berheman ziwa bûne û wiha got: "Her roj welatî ji Payîzavayê koç dikin. Sedema vê yekê bendav e. Ev çem wek canê Payîzavayê ye. Dema bendavê digirin, wekî ku damarê canê Payîzavayê digirin.. Gel dixwaze av bê berdan. Di her serdema avdanê de xeletiyên bi zanebûn tên afirandin. Wê heta zivistanê vê avê hilgirin û ji ber bilindbûna asta avê wê ji bo hilberîna enerjiyê wê berdin nava golê. Ev ji Payîzavayê re zilm e."   Taniş ku got ew ê mafê xwe bi temamî bixwazin bang kir û got, "Piştî cejnê em ê hemû ji bo parastina mafê xwe li vir bin. Em ji her kesî piştgiriyê hêvî dikin."   Welatiyan biryar dan ku piştî cejnê çalakiyan li dar bixin û pişre çûn malên xwe.