Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiya civakî em ê derî bi derî bigerin 2025-06-08 16:54:18   STENBOL – Dayikan li Taksîmê ji bo aştiyê daxuyanî dan, diyar kirin ku dê ji bo aştiya civakî bixebitin û xwestin ku her kes di nava pêvajoyê de cih bigre.   Meclisa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê ji bo daxwaza aştiyê li Taksîmê Qada Tunelê civiyan û xwestin ku ber bi Qada Galatasaray ve bimeşin. Lêbelê polîsan destûr neda meşa wan. Ji bo şermezarkirinê dayikan, çepik lêdan, lîrandin û bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Dayikên aştiyê dixwazin”, “Bijî berxwedana dayikan” ve çalakiya rûniştinê lidarxistin. Piştre daxuyaniya çapemeniyê pêk hat. Di daxuyaniyê de parlamentera Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê Çîçek Otlû, Hevseroka DEM Partî ya Bajarê Stenbolê Arîfe Çinar, Komeleya Wexta Jina, Navenda Çanda Mezopotamya (MKM), Meclisa Jinan a DEM Partiyê, Tevgera Jina Azad (TJA) beşdar bû.     ‘BERTEK LI HEMBER ASTENGKIRINA MEŞÊ’   Çîçek Otlû li hember astengkirina meşê bertek nişan da û destnîşan kir ku dê nikaribin Dayikên Aştiyê krimînalîze bikin û Otlû wiha got: “Em li benda gavekî ne, li Meclisê aştî tê axaftin, lê li vir destur nayê dayîn ji bo em gavekî biavêjin.”   Piştre Dayika Aştiyê Rewşan Doner daxuyanî da û diyar kir ku şerê bi salan e berdewam dike û polîtîkayên înkarê di civakê de bûye sedema êşên mezin, xizaniyê û koçkirinê. Rewşan Doner wiha axivî: “Em di aştiyê de bi israr in. Wext ne wexta bêdengiyê ye, em dayik divê em biaxivin. Lewre me xizmên xwe winda kirî, xizmên me girtî ne em dixwazin ku dayikên dîtir negirîn. Em dixwazin ku êdî kezeb neşewitin.”   ‘EM Ê DERÎ BI DERÎ BIGERIN’   Rewşan Doner bangî dayikên leşkerên di şer de canê xwe ji dest dane kir û wiha got: “Werin em destên hevudin bigrin bila êdî tu dayik xemgîn nebe, êşa mirina zarokên xwe nejîn. Me emrê xwe daye ji bo aştiyê ger careke dîtir em bihatana dinyayê dê me yê dîsa emrê xwe bida ser aştiyê. Em heta dawiyê bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a di 27’ê Sibatê re ne, ger hewce be ji bo daxwaziyên me em ê derî bi derî bigerin û em ê ji bo aştiya civakî bixebitin.”   ‘DI AŞTIYÊ DE ISRAR’   Rewşan Doner destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de berpirsiyariya mezin dikeve para partiyên siyasî û wiha rave kir: “Di vê pêvajoyê de divê partiyên siyasî ji bo civakê pêşengiyê bikin. Bila xwe bighînin hemû kesên xwedî wicdan ên di civakê de. Em bangî jinan, ciwanan, rewşenbîran, rojanamegeran û hemû kesên ku dikarin bibin deng ji bo aştiya civakê dikin. Werin em bi hevre em mil bidin aştiyê, em destên kesên ji bo aştiyê dixebitin xurt bikin. Dê aştî di nava destê me de mezin bibe. Em wek Dayikên Aştiyê, di nava êşên giran re derbas bubin jî, ne bi kînê em bi hezkirinê ve diaxivin. Lewre axaftina ji bo aştiyê, meşa ji bo aştişyê, israra di aştiyê de perçeyek ji dayikbûna me ye.” Rewşen Donerê, daxwazên xwe wiha rêz kir:   * Gavên ji bo aştiyê divê şênber bên avêtin. * Divê girtiyên nêxweş û siyasetmedarên di girtîgehan de serbest bên berdan. * Divê zimanê aştiyê bê bikaranîn. * Divê emû partiyên siyasî ji bo aştiyê mercên hevpar avabikin.   Daxuyanî bi çepikan ve bi dawî bû.