Mîrateyeke din a çandî ya bêxwedî: Dêra Kepenekê weke axur tê bikaranîn 2025-06-17 09:05:08   MÛŞ - Dêra Kepenekê ya li gundê Arakê yê Mûşê ku xwedî dîrokeke bi sedan sala ye, ji ber terkexemiyê bi tunebûnê re rû bi rû ye. Ev avahiya dîrokî, ji hêla gundiyan ve weke depo, axur û êzingdankê tê bikaranîn.    Dêra Kepenekê ya li gundê Arakê (Kepenek) yê Mûşê ku dêreke dîrokî ye û ji hêla gel ve weke “Manastira Arakê” tê pênasekirin, xwedî dîrokeke bi sedan sala ye. Dêr, terkî qedera xwe hatiye kirin û ji ber terkexemiyê bi tunebûnê re rû bi rû ye. Di demên berê de ev avahî weke cihê taetê û navenda jiyana civakî dihat bikaranîn lê niha ji hêla gundiyan ve weke depo û êzingdankê tê bikaranîn. Li ser dîwarên dêrê şopên Roma û Sasaniyan hene û di herka dîrokê de şahidiya gelek şaristaniyan kiriye. Lêbelê ne dewletê ne jî rêveberiyên herêmî ji bo parastina vê dêrê heta niha tu tiştek nekiriye.     DÊR VEGUHERANDIN AXURÊ   Avahiya dêrê ya li nava gund û şopên mîmariya Romayê li ser e, li gorî lêkolînan di serdema Sasaniyan de ji hêla hosteyên Romayî ve hate avakirin. Bi demê re dîwarên wê herifîne û bi temamî tune bûne. Ji ber ku aliyê wê yê li rojava dimîne bi malê hatiye girtin, bi deriyekê li milê bakur dimîne û piştre hatiye çêkirin mirov dikare têkeve hundir.    DÎROKEK WINDA DIBE   Devera dêr lê dimîne ya gundê Kepenekê yê girêdayî navenda Mûşê, li qada 122 ada û parselên bi hejmar 2 û 3’yê dimîne.    Rewşa Dêra Kepenekê ya niha tê de ye, ne tenê nîşaneya tunekirina dîwarên wê ye, her wiha radixe ber çavan ka bîra gel çawa tê tunekirin. Bi vê avahiya dîrokî ya her roj bêhtir dirûxe re şopên dîrokê yên herêmê jî bi bêdengî winda dibin.    MA / Rûken Polat - Ozlem Yacan