Daxwaza girtina kesê tacîza zayendî li zaroka xwe kiribû hate redkirin 2025-06-18 16:40:09 RIHA - Di danişîna doza H.Î. de ku ji ber tacîza zayendî ya li dijî zaroka xwe tê darizandin, dadgehê daxwaza girtinê red kir.  Kesê bi navê H.Î. ê li Rihayê dijî, ji ber sûcê ku ji 5 saliyê heta 8 saliya wê tacîza zayendî ya sîstematîk li keça xwe kiriye, tê darizandin. Danişîna 4’emîn a dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hat lidarxistin. Parêzerên zarokê û dayika wê, parêzerê faîlî, parêzerên Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, endamên Nûnertiya UCÎM’ê ya Rihayê tev li danişînê bûn.    Di danişînê de ji ewil li hevala zarokê weke şahid hate guhdarîkirin. Piştre jî parêzer Miyaser Çelîk axivî û got ku tu nakokî di îfadeyên zarokê de nînin û xwest faîl were girtin. Miyaser Çelîkê xwest daxwaza beşdarbûna dozê ya UCÎM’ê were qebûlkirin.    Parêzera UCÎM’ê Sena Nûr Koç jî got: “Bersûc, hem gefan li dayikê dike hem jî li zarokê. Lewma dayik her tim diçe derveyî bajar. Zextan li dayikê dike ku îfadeyên xwe biguherîne. Lewma divê teqez were girtin.”    MUTALAA HATE PÊŞKEŞKIRIN   Dozger, xwest faîl negirtî were darizandin û bi daxwaza cezayê mutalaa pêşkeş kir. Dozger xwest ku faîl ji sûcên “îstîsmara zayendî” û “mustehceniyê” were cezakirin.    Parêzerên bersûc jî ji bo parastina li dijî mutalaayê dem xwestin.    Dadgehê, daxwaza girtina bersûc û daxwaza tevlibûna dozê ya UCÎM’ê red kir. Dadgehê, daxwaza demê ya parêzerên bersûc qebûl kir û danişîn taloqî 25’ê Hezîranê kir.