Zaroka 9 salî ya li Erxeniyê winda bûbû mirî hate dîtin 2025-06-19 13:35:08   AMED - Li Erxeniyê zarokek a 9 salî winda bûbû. Piştî xebatan, cenazeyê zarokê hate dîtin.    Duh li taxa Kemertaş a navçeya Erxenî ya Amedê li Sîteya Mahîrkentê saet di 19.00’an de zarokek  a 9 salî bi navê Yasemîn Yildirim winda bû û li ser vê yekê malbata wê li polîsan geriya. Piştî agahdarkirinê, di encama lêgerînên ku hatin kirin de saet di 24.00’an de Yasemîn Yildirim di dereskeyên şewatê de mirî hate dîtin.    Ji bo otopsiye, cenazeyê zarokê birin morga Saziya Tipa Edlî (ATK).     Dozgeriya Komarê ya Erxeniyê, der barê mirina biguman de lêpirsîn da destpêkirin.