Silavek bo banga ‘Civaka demokratîk’: Strana Mizgîn 2025-06-21 12:39:19 RIHA – Hunermendên MKM’ê, bi strana Mizgînê ve silavek dan banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kirin ku ev bang ji bo hebû gelan mizgîn e û banga xwedîliderketina bangê kirin. Piştgiriyên  bo ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd a di 27’ê Gulanê de didome. Gelek akademisyen, filozof, rewşenbîr û hunermendên cihanê û yên herêmî piştevanî dan bangê û ji bo pêkhatina aştiyê bang li dewletê kirin.   Ji bo piştgiriya bangê Koma Hevra û hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê, strana “Mizgîn” li pêşiya mala ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûbû strîn û klîba wê çêkirin. Klîb li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê hate kişandin û dê di salvegera roja 29’ê Hezîrana 1999’an ku ji bo Abdullah Ocalan biryara îdamê hatibû dayîn de li ser platformên dîjîtal bê parvekirin.    Hunermendan der barê strana “Mizgîn”ê û aliyê bangê yê çand û hunerî de axivîn:   Nivîskarê gotin û muzîka stranê hunermendê Koma Hevra Gencay Morkoç got: “Em wek hunermend me xwes bi stranekî mutewazî ve bersiva banga rêzdar Ocalan bidin. Me xwest em berhemeke komînal û kolektîf çekin. Cara ewil me li Amarayê klîbek kişand. Ji bo ev em bi kelecan in. Ji bo mercên demokratîk divê rêzdar Ocalan azad be û ev pêvajo bi aştiyê ve tacîdar be.”   Morkoç diyar kir ku banga Ocalan ji bo gelên Tirkiyeyê mizgîn ê û ji bo vê me xwest em bi stranekî ve piştevaniyê bikin û Morkoç di berdewamiyê de destnîşan kir ku çand û huner ji siyasetê nayê veqetandin û bang li hunermendan kir ku bi berhemên xwe ve xwedî li pêvajoy derkevin.   ‘EM DIXWAZIN LI VIR SERDANA OCALAN BIKIN’   Hunermenda Koma Hevra Zeynep Dogan diyar kir ku kişandina klîbê li Amarayê ji bo wan pir bi wate ye û cihê şanaziyê ye. Zeynep Dogan wiha axivî: “Em hewl didin ya herî baş çekin. Divê pêvajoyê de divê her kes ya jê tê bike. Em bi mûzîk û stranan ve li gel hinek hevalên xwe bi amûrên mûzîkê ve û bi hunerê ve dibin bersiv. Divê dewlet bersiva dewletê bide û vê pêvajoyê bi aştiyê ve tacîdar bike. Careke din em dixwazin ji bo serdana rêzdar Ocalan bên vir. Hêvîdar im ku rêzdar Ocalan wek fîzîkî azad be û em jî ji bo serdana wî bên vir.”   ‘HUNERMEND ALÎGIRÊ AZADIYÊ YE’   Arhat ê k udi nava koma stranê de cih girtî diyar kir ku ev xebat ji bo wî cihê serbilindiyê ye û ev tişt got: “Ev mizgînî, mizgîniya aştiyê ye. 50 sal e şer didome. Li dijî Kurdan gelek komkujî pêk hat, şereke qirêj pêk hat. Îro pêdiviya me bi aştî, wekhevî û bi azadiyê heye. Pêdiviya hemêu gelan bi vê heye. Rêbertiyê gaveke dîrokî avêt. Ev bang tenê bo gelê Kurd hate kirin bo hemû kesî ye. Berpirsiyariya hunermendan di vê pêvajoyê girîng e. Hunermend alîgirên aştî û azadiyê ne.”   BANGA XWEDÎLÊDERKETINÊ   Hunermend Kadîr Çat, diyar kir ku divê her hunermend xwedî li “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” derbikeve û wiha axivî: “Ev stran berhemeke kolektîf e. Her kêliyên xebata bo vê stranê mişt bi hestiyarî bû. Rêbertiyê ji bo aştiyê gaveke avêt. Divê hunermend jî ji bo aştî û wekheviyê gav biavêjin. Em wek hunermendên Kurd me xwest bi vê stranê ve piştgirî bidin. Me bi koroyeke baş ve ev gav avêt. Divê hunermend xwedî li pêvajoyê derkevin da ku gel jî piştgirî bidin. Aştî bi rehetî nayê.”   MA / Emrullah Acar