Gef li nûçegihana me ya ‘Çeteya Fihûşê’ derxistî holê hat xwarin: Em ê dev ji te bernedin 2025-06-26 09:43:50   ŞIRNEX - Malbata Kenan Tatar ê ku weke faîlê dosyaya “Çeteya Fihûşê” tê darizandin, gef li nûçegihana me Zeynep Durgutê xwar ku ev çeteye dexistibû holê.    “Çeteya Fihûşê” ya li Şirnexê di sala 2013’an de derket holê û 25 kes di dosyayê de tên darizandin. Endamên malbata Tatar jî di dosyayê de tên darizandin. Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut, di 24’ê Sibatê de bi nûçeya xwe ya dosyayê ev çete derxist holê. Malbata Kenan Tatar ku di dosyayê de weke “Serçete” derbas dibe, gef li nûçegihana me Zeynep Durgut xwar.    Endamên malbata Kenan Tatar, li ser telefonê li nûçegihana me Zeynep Durgut geriyan û ev gef xwarin: “Em dizanin ka hûn kî ne. Em dizanin ka hûn ji ku hatine. Min der heqê te de lêkolînkiriye. Hûn ji bo ku vê vê derê tevlihev bikin hatine. Em ê dev ji te bernedin. Ev dê bo te nemîne.”    Zeynep Durgut, dê têkildarî gefên hatine xwarin serlêdana sûc bike.