Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel diyar bû 2025-12-18 14:59:57   ENQERE - Endamên şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê di 22’yê Kanûnê de bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re hevdîtinê bike.    Dîroka hevdîtina endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol a bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re diyar bû. Hevdîtin, dê di 22’yê Kanûnê saet di 12.00’ê de li Navenda Giştî ya CHP’ê were kirin.