Talebanî: Divê li Iraqê hikumeteke xurt bê avakirin 2025-12-20 17:01:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê YNK’ê Bafil Talebanî diyar kir ku ew dixwazin hikumetek xurt û bi bandor li Iraqê bê avakirin.   Serokê YNK’ê Bafil Talebanî li Bexdayê li gel Emîndarê Giştî yê Tevgera Babilyon Reyan Kildanî civiya, di civînê de têkildarî avakirina hikûmeta nû ya Iraqê axivîn.   Di civînê de Talebanî got, ew tekeziyê li ser avakirina hikûmetek xurt û bi bandor ku di xizmeta welatiyan de be, dikin.   Talebanî da zanîn ku divê hikûmeta bê ya Iraqê bêyî cûdahî xizmetê ji hemû welatiyên Iraqê re bike û bibe wesîleya aramiya Iraq û herêmê.   Hêjayî gotinê ye roja 11’ê Cotmeha 2025’an hilbijartina dema şeşem a parlamentoya Iraqê pêk hat. Tevî ku encamên hilbijartinê ji aliyê serokkomarî, dadgeha federal û komîsyona hilbijartinê ve hatiye erêkirin jî, lê heta niha hikûmet nehatiye avakirin. Tê payîn ku roja 29’ê Kanûnê yekem runiştina parlamentoyê pêk were û parlamenter sonda yasayî bixwin