Amedspor dê ji bo êrişa nijadperest pêvajoya hiqûqî bide destpêkirin 2025-12-23 10:42:02 AMED – Amedsporê êrişa li ser alîgirên xwe li Bodrumê şermezar kir û diyar kir ku ew ê li dijî berpirsiyaran pêvajoyên hiqûqî bidin destpêkirin. Amedsporê der barê êrişa nijadperestî ya li dijî alîgirên xwe di maça bi Bodrumsporê re, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya nivîskî de hat destnîşankirin ku êrişên ku beriya maçê dest pê kirine, piştî maçê jî berdewam kirine. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ev kiryarên provokatîf ên ku beriya maçê dest pê kirin, piştî maçê zêde bûn û di encamê de alîgirên me birîndar bûn. Tevî êrişên beriya maçê jî, em bi eşkereyî dibêjin ku em nebûna tedbîrên ewlehiyê yên têrker ên piştî maçê û destwerdana polîsan a li dijî alîgirên me qebûl nakin. Em careke din van êrişan bi tundî şermezar dikin ku li dijî ruhê lîstika dadperwer û çanda stadyûmê ne."   Di daxuyaniyê de li ser ser komên provokatîf, ev tişt hatin gotin: "Em dizanin ku tiştê qewimî kiryara komên provokatîf bû. Wekî civaka Amedsporê, em ê li dijî êrişên wiha provokatîf bisekinin, pêvajoyên qanûnî yên pêwîst bidin destpêkirin û ji bo ewlehî û mafên alîgirên xwe têbikoşin."