Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye! 2025-12-26 14:28:35 COLEMÊRG - Serokê Odeya Ajokar û Otomobîlvanan Abdî Arslan bal kişand ser qezeyên trafîkê yên li Seyîrtepe ya Colemêrgê ku nivîsa “Li Colemêrgê jiyan heye" lê hatiye bicihkirin û got: “Li Colemêrgê mirin heye."    Jina ciwan a bi navê Sude Ezgî Degîrmencî (24), di qezaya li devera Seyîrtepe ya Celemêrge de jiyana xwe ji dest da. Di qezayê de wesayîta Ezgî Degîrmenciyê gêrbû Çemê Zê. Di nava salê de ji ber qezayên li heman deverê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Serokê Odeya Ajokar û Otomobîlvanan Abdî Arslan, bal kişand ser nivîsa “Li Colemêrgê jiyan heye” ya li Seyîrtepeyê ku di dema qeyûm de hatibû nivisandin û got: “Li Colemêrgê mirin heye."    Arslan, xwest ku tavilê ji bo rê tevdîr bên girtin û got: “Mixabin li cihê ku nivîs lê hatiye daliqandin, mirin heye. Divê Miduriyeta Giştî ya Rêbejê ji bo rêya ku di berpirsiyariya Wezareta Ragihandin û Binesaziyê de ye tevdîran bigire. Divê ji bo rêya di navbera Seyîrtepe û Depînê de ku kîlometreyek e, rêgirên beton an hesin bên danîn û daxwaza gel ji bo çêkirina tunela di navbera Depîn-Colemêrgê bê cî. Heke tevdîr neyên girtin dê qeza bidomin. Malbat û xizim her cara ku di vê rê de derbas dibin qezeyên ku li vir rû dane, tên bîra wan. Divê rayedar çareseriyên mayînde pêk bînin.”    Sude Ezgî Degîrmencî ya ku jiyana xwe ji dest dabû, di danê nîvro de li Goristana Erîsanê hat definkirin.