Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn 2025-12-27 13:42:30   ŞIRNEX - Şîna Lokman Gazyak ê HPG'î ku çar sal berê li herêma Garê ya Herêma Kurdistana Federe jiyana xwe ji dest da, bi girseyî hat ziyaretkirin.    Ji bo Lokman Gazyak (Gelhat Cûdî) ê yê HPG'î ku hat eşkerekirin di 17'ê Kanûna 2021'ê de li qada Garê ya Herêma Kurdistan a Federe jiyana xwe ji dest daye, li bajarê wî Cizîrê şîn hat danîn. Şîn bi pêşengiya MEBYA-DER'ê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratik û gelek kesan hat ziyaretkirin.    Şîn ku li Taxa Konakê hat danîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Nûnerê MEBYA-DER'ê Ramazan Togrûl diyar kir ku ew ê heya dawiyê xwedî li nirxên gelê Kurd derkevin.    Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslanê jî got ku di vê pêvajoyê de armanca wan xwedîderketina li nirxan e.    Apê Lokman Gazyak Hasan Gazyak jî got ku bila serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sax be û ew şehîdê gelê kurd e.    Serdan piştî duayan bi dawî bû.