Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin HATE NÛKIRIN 2025-12-28 12:33:24 ŞIRNEX - Kesên di Komkujiya Roboskê de hatin qetilkirin, di salvegera 14’an de li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Velî Encu di bîranînê de got: “Hûn nikarin ser Komkujiya Roboskê bigirin. Hûn nikarin jinedîtî ve bên. Dengê me yê edaletê bibihîsin.” Balafirên dewleta Tirk di 28’Ê Kanûna sala 2011’an de li gundê Roboskê yê navçeya Qileban a Şirnexê welatiyên sivîl bombebaran kir û 19 jê zarok bi giştî 34 welatî bi hovane qetil kir. Bi ser komkujiyê re 14 sal derbas bûn. Kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin, li ser gorên xwe yên li goristana gund hatin bîranîn.    Li gel malbatên Roboskê, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, hevserokên giştî yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Yekitiya Baroyan, hevserokên Partiya Kedê (EMEP), nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî û rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek welatî tev li bîranînê bûn. Malbatên tev li bîranînê bûn, wêneyên xizmên xwe hilgirtin. Her wiha beşdaran pankartên “Roboskê nayê jibîrkirin” û “Edalet ji bo Roboskê” hatin hilgirtin û dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin.    ‘HÛN NIKARIN ROBOKSÊ JINEDÎTÎ VE BÊN’   Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî li ser navê malbatan Velî Encu axivî û got ku ev 14 sal in li benda edaletê ne. Encu, got: “Bêedaletiyeke mezin heye. Di yek kêliyê de jî êşa di dilê dayikan de neçû. Em dixwazin aştî were. Dixwazin çek bêdeng bibin û çi êşên din neyên jiyîn. Hûn nikarin li rexekî bibêjin aştî û li rexa din jî bi ser Komkujiya Roboskê bigirin. Hûn nikarin Roboskê jinedîtî ve bên. Qerînên me yên edaletê bibihîsin. Rêya aştiyê, ji Roboskê derbas dibe.”    'SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ’   Wekîlê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî anî ziman ku tişta li Roboskê hatiye kirin sûcê li dijî mirovahiyê ye û heta edalet pêk tê dê bişopînin.    Serokê Yekitiya Baroyê Tirkiyeyê Erînç Sagkan jî got: “Me 14 sal berê jî malbat bi tenê nehiştin û em niha jî bi wê soza xwe dikin. Tê gotin ku wext, dermanên birîna ye lê ew bi têr nake, heke hûn edaletê pêk bînin wê demê dê ew birîn hinek jî be bên girtin. Lê di 14 salan de ev êş hêj girantir bû.”    'EM Ê HER TIM DAXWAZA EDALETÊ BIKIN’   Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan jî got: “Komkujî, di bin çavdêriya îktîdarê de hate kirin. Pir aşkeraye ka kî li dijî vê komkujiyê derket. Berpirsyartiya rêveberên welat ên wê demê heye. Lê nehatin darizandin. Dibêjin qey ev dê bo wan bimîne. Ev 14 sal in ji bo tişta kirin bo wan nemîne, em ji bo Roboskê têdikoşin.”    Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçakê jî zarokên di komkujiyê de hatin qetilkirin bi bîr xist û ji bo Roboskê daxwaza edaletê kir.