PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist

img

NAVENDA NÛÇEYAN - PKK’ê ragihand ku piştî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wan Kongreya 12'emîn a PKK'ê li dar xistiye. 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Abdullah Ocalan, di banga xwe de ji PKK’ê xwest ku kongreya xwe li dar bixe û xwe fesix bike. PKK’ê jî piştî bangê daxuyanî da û got ku dê tiştên di bangê de hatine xwestin bicih bîne. 
 
PKK’ê têkildarî kongreyê daxuyaniyeke girîng da. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); PKK’ê diyar kir ku wan Kongreya 12'emîn a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî serkeftî li dar xistine. Hate ragihandin ku encamên Kongreya 12'emîn, biryarên hatin wergirtin û belge û agahiyên berfireh ên têkildarî kongreyê wê di dema herî nêz de bi raya giştî re bêne parvekirin.
 
DAXUYANIYA PKK’Ê 
 
Daxuyaniya Dîwana Kongreya 12'emîn a PKK'ê bi vî rengî ye:
 
“Kongreya 12'emîn a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî serketî hate lidarxistin. Kongre bi beşdariya delegeyên ku hemû qadên kar temsîl dikin, li du qadên cuda paralelî hev hate pêkanîn.
 
Kongreya 12'emîn a PKK'ê li ser banga Rêber Abdullah Ocalan li hev kom bû. Kongreyê di serî de Rêber Apo bi hesret û hurmet silav kir, perspektîf û pêşniyarên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo kongreyê xwend û nirxand. Her wiha rapora kurt a Komîteya Navendî ya PKK'ê jî li kongreyê hate xwendin û nîqaşkirin.
 
Di vê çarçoveyê de Kongreya 12'emîn a PKK'ê li ser bingeha banga Rêber Apo, têkildarî karên PKK'ê biryarên girîng ên dîrokî wergirt.
 
Kongreya 12'emîn a PKK'ê ku di meha şehîdan Meha Gulanê de pêk hat, şehîdên leheng ên têkoşîna dîrokî ya 52 salan bi hurmet, hezkirin û minnet bi bîr anî. Bang li gelê me yê welatparêz û hêzên sosyalîst demokratîk hemûyan kir ku bi rengekî rast xwedî li şehîdên me û hemû nirxên demokratîk û neteweyî yên têkoşîna mezin a 52 salan derkevin, bijîn û bidin jiyîn.
 
Kongreya 12'emîn a PKK'ê şehîd Sirri Sureyya Onder jî bi hurmet û minnet bi bîr anî ku di amadekariyê de yek ji wan kesayetan bû ku kedeke mezin da. Ji bo serxistina armanca civaka demokratîk û aştiyê ya vî mirovê hêja ku 12 salan hevrêtî ji Rêber Apo re kir, bang li her kesî kir ku bi hevkarî bixebitin.
 
Encamên Kongreya 12'emîn a PKK'ê û agahî û belgeyên berfireh ên li ser biryarên hatin wergirtin, piştî ku encamên li du qadên cuda kir yek, wê di demeke gelekî nêz de bi raya giştî re bêne parvekirin.
 
Li ser van bingehan, di şexsê şehîdê me yê mezin ê yekemîn hevrê Hakî Karer de em şehîdên leheng hemûyan careke din bi hurmet û minnet bi bîr tînin. Em bang li gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokratîk dikin ku li her qadê şehîdên me yên leheng bi bîr bînin û têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hîn bêhtir bilind bikin.
 
Şehîd Namirin!
 
Bijî Rêber Apo!”
 
ÇI QEWIMÎ? 
 
Abdullah Ocalan piştî rewşa agahînegirtina mutleq a 44 mehan domiya, di 23’yê Cotmeha 2024’an de di çarçoveya hevdîtina malbatê re bi Wekîlê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê û biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin kir. Piştre jî Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di 28’ê Kanûna 2024’an de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Di şandeyê de Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan cih girtin. Şande, di 22’yê Çileyê û 27’ê Sibatê de jî dîsa çûn serdana Îmraliyê. 
 
Abdullah Ocalan, di hevdîtina 3’yemîn de tevî hevalên xwe yên girtî yên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Di daxuyaniya bangê de Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol jî cih girtin. 
 
BANGA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK
 
Di banga Abdullah Ocalan de wiha hate gotin: 
 
"Banga Aştî û Civaka Demokratîk
 
PKK; di sedsala 20’an de, di sedsala herî tund a dîrokê de ava bû. Zemîna ku PKK tê de hat afirandin zemîna du şerên cîhanê, reel-sosyalîzm û dema şerê sar ê li cîhanê bû. Di vê zemînê de înkarkirina rastiya Kurdan, qedexekirina azadiyan, bi taybetî jî qedexekirina azadiya ramanê li dar bû.
 
Di warê teorî, bername, stratejî û taktîkan de bandora rastiya pergala reel-sosyalîst a sedsalê li ser vê avabûnê çêbûye. Di salên 1990’î de, ji ber sedemên navxweyî hilweşîna reel-sosyalîzmê, şikestina înkara nasnameyê li welat û pêşketinên azadiya ramanê bû sedem ku PKK wateya xwe biborîne û xwe zêde dubare bike. Ji ber vê yekê ew jî wekî yên din hatiye dawiya jiyana xwe û pêwîstî bi fesihkirina wê heye.
 
Têkiliyên Kurd û Tirkan; di dîroka zêdetirî hezar salan de Tirkan û Kurdan ji bo hebûna xwe bidomînin û li dijî hêzên hegemonîk li ser piyan bimînin, her tim pêwîstî pê dîtine ku bi dilxwazî di nava tifaqekê de bimînin.
 
Du sedsalên dawî yên modernîteya kapîtalîst, şikandina vê tifaqê ji xwe re kiriye armanc. Hêzên ku bandor li wan bûye, li gel bingehên xwe yên çînî, xizmeta vê yekê esas girtine. Ev pêvajo bi şîroveyên yekreng ên Komarê leztir bûye. Erka sereke ew e ku têkiliya dîrokî ya îro şikestiye, bi ruhê biratiyê û yekitiyê, tevî em baweriyan jî paşguh nekin, ji nû ve bi rêxistin bikin.
 
Pêwîstiya civaka demokratîk jêneger e. PKK, di dîroka Komarê de tevgera serhildan û tundiyê ya herî dirêj û berfireh e. Ji ber ku rêya siyaseta demokratîk girtî bû, PKK bi hêz bû û destek girt. 
 
Netewedewletên cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareseriyên kulturalîst ku encama pêwîst a neteweperestiya tund in, nikarin ji sosyolojiya civaka dîrokî re bibin bersiv.
 
Rêzgirtina li nasnameyan, azadiya ramanê, birêxistinbûna demokratîk, avakirina civakî-aborî û siyasî ya hemû pêkhateyan, tenê bi hebûna civak û qada siyasî ya demokratîk mimkun e.
 
Sedsala duyemîn a Komarê tenê dema ku bi demokrasiyê were tacîdarkirin dikare bibe xwedî yekitî û berdewamiyeke mayînde. Ji demokrasiyê pê ve tu rêyeke lêgerîna pergalan û pêkanîna wan tune ye û ne mimkun e. Lihevkirina demokratîk rêbaza bingehîn e.
 
Divê zimanê serdema aştî û civaka demokratîk jî li gorî vê rastiyê bê pêşxistin.
 
Banga ku birêz Devlet Bahçelî kir, îradeya ku birêz Serokkomar nîşan da û nêzîkatiyên erênî yên partiyên din ev pêvajo ava kir û ez jî di vê pêvajoyê de banga çekdanînê dikim û ez berpirsyariya dîrokî ya vê bangê digirim ser xwe.
 
Çawa ku her civak û partiya hemdem ku hebûna wê bi darê zorê nehatiye bidawîkirin, hûn jî bi dilxwazî Kongreya xwe bicivînin û biryaran bidin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesih bike. Ez silavên xwe ji hemû kesan re dişînim ku bi jiyana hevpar bawer dikin û guh didin banga min.
 
25'ê Sibata 2025'an
 
Abdullah Ocalan”
 
'DIVÊ ALIYÊ HIQÛQÎ BÊ NASKIRIN’ 
 
Sirri Sureyya Onder piştî daxuyaniyê axivî û anî ziman ku Abdullah Ocalan ji şandeyê re got: “Bêguman ji bo di pratîkê de çek werin berdan û PKK xwe fesix bike, divê aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin.” 
 
HEVDÎTIN 
 
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî banga Abdullah Ocalan, lez da trafîka xwe ya hevdîtinan. Di vê çarçoveyê de ji Herêma Federe ya Kurdistanê heta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Ewropa û Tirkiyeyê bi gelek derdoran re hevdîtin kir. 
 
Endamên Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan, di çarçoveya pêvajoyê de di 10’ê Nîsanê de bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re jî hevdîtin kirin. 
 
Dihat payîn ku endamên şandeyê piştî hevdîtinên behsa xeberê biçin Îmraliyê û hevdîtinan bikin. Lê belê, ji endamên şandeyê Sirri Sureyya Onder di 15’ê Nîsanê de krîza dil derbas kir û di 3’yê Gulanê de jî jiyana xwe ji dest da. 
 
Dema tedawiya Onder didomiya, Pervîn Buldan û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol di 22’yê Nîsanê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. 

Sernavên din

16:25 Demîrtaş: Dem dema xebateke samîmî û bi hev re ye
16:01 Ji YE’yê daxuyaniya ewil: Divê ev firsenda dîrokî baş bê nirxandin
15:31 Alp ê CHP’î: Bijî biratiya gelên Tirk û Kurd
15:22 Wezîrê Dadê Tunç: Meşa di rêya demokrasiyê de bi gavên pêbawer didome
15:20 Elîaçik: Piştî gava dîrokî ya PKK’ê divê dewlet ji bo statûya hiqûqî gav biavêje
15:17 Hakan Fîdan: Biryara PKK’ê dîrokî û girîng e
15:16 Ayşegul Devecîoglû: Divê em zorê bidin îktîdarê ku gavan biavêje
15:05 Ayşegul Dogan: Ne tenê biryareke fesixkirinê ye, pêvajoyeke nû ya avakirinê ye
14:51 Li Rihayê ji bo girtiyên siyasî çalakî hate lidarxistin
14:50 Serokê Baroya Amedê Guleç: Divê gavên qanûnî bên avêtin
14:06 Berdevkê YNK’ê: Gaveke erênî ye
14:05 Li Amedê bager rabû
14:01 Pervîn Buldan ji bo biryarên PKK’ê got: Divê Meclisê bikeve dewrê
13:51 SOLDEP: Em ê ji bo aştiya civakî têkoşînê geş bikin
13:32 Bakirhan: Ji bo çareseriya pirsgirêkê tu hincet neman
13:26 Kaytan û Altûn vegot: Tu tişt bi hêsanî, bêberdêl bi dest neket
13:19 Nêçîrvan Barzanî: Biryareke dîrokî ye
13:13 Piştî daxuyaniya PKK’ê hîseyên ASALSAN’ê bê qîmet bûn
12:33 Danişîna doza 4 rojnamegeran hat lidarxistin
12:26 Lêgerîna heqîqetê ya bêrawestan: Alî Haydar Kaytan
12:18 Dê însiyatîf bibe bingeha yekitiya neteweyî
12:02 Rêhevalê Azadiyê yê Abdullah Ocalan: Riza Altûn
11:31 Biryara dîrokî ya PKK’ê di rojeva cîhanê de ye
11:28 Ji AKP’ê daxuyaniya ewil: Her pêşketinek erênî dê rê li ber pêşketineke erênî veke
11:16 Serekşêwirmendê Serokkomar: Dê reformên berfireh bên kirin
11:07 Efkan Ala: Mekanîzma çawa pêwîst bike dê wisa bên xebitandin
10:56 Kaytan û Altûn dê bên bibîranîn
10:55 Hûrgiliyên kongreya PKK’ê: Ev ne dawî, destpêkek e!
10:36 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:35 Greva birçîbûnê ya li dijî girtîgehên bi ‘Tîpa bîrê’: Divê dengê derve bilind bibe
10:04 Ercûment Akdenîz: Mesele nefes wergirtina heqîqetê ye
10:03 PKK’ê Sirri Sureyya Onder bi bîr anî: Em ê xeyalên wî pêk bînin
09:49 Kongreya PKK’ê diyarî Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate kirin
09:41 ‘Mijara herî girîng a pêvajoyê naskirina statuya zimanê Kurdî ye'
09:10 Dema doz didomiya di nîvşevê de mala wan bi ser pisîkên wan de hilweşandin
09:10 Xetere li ser mafê perwerdeyê yê xwendekarên girtî heye
09:02 Ji PKK’ê biryara dîrokî: Me xebat bi dawî kirin
09:01 ROJEVA 12'Ê GULANA 2025'AN
11/05/2025
17:18 Ji bo endamê TEV-DEM’ê Îke şîn hate danîn
17:08 CPT: Êrişên Tirkiyeyê li gorî mehek berê ji sedî 78 zêdetir bûn
16:59 Li Riha û Stenbolê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:30 Şîna Zeynel Bayram bi girseyî hate ziyaretkirin
16:23 Ji OHD’ê gotûbêja ‘Gorên Komî’: Divê em bi rastiyan re hevrû bibin
16:11 ‘Dayikan kevneşopiyeke xurt ê têkoşînê ava kirin’
15:35 Zaroka hat îdiakirin ji banê malê ketiye xwarê jiyana xwe ji dest da
15:30 Hozan Mizgîn di sala 33’yan a wefata xwe de hate bibîranîn
14:51 Konferansa ‘Manîfestoya Gîranoyê’ bi dawî bû
14:39 Şîna ji bo Onder li Semsûrê hatibû danîn bi dawî bû
14:33 Li Wanê ‘konê ziman’ hate vegirtin: Divê em her derê bikin dibistana ziman
14:24 Dayika Sakîne Cansizê rakirin nexweşxaneyê
14:08 Têketina herêmên dar lê tên birîn hate qedexekirin
13:15 Ji bo Pexşan Ezîzî kampanyaya îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin
12:07 Aysel Dogan li ser gora xwe hat bîranîn
11:12 Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk deklarasyona xwe aşkera kir
10:43 Serokê Baroya Colemêrgê: PKK’ê tişta diket ser milê xwe kir, dora dewletê ye
10:16 Kirkazak: Ji bo pêvajo pêşve biçe divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
10:15 Putîn ji bo ‘muzakereyên aştiyê’ bang li Ûkraynayê kir
10:03 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:02 Hevseroka DAD’ê Dogan: Banga Ocalan ji bo Rojhilata Navîn hêvî ye
10:01 Tehliyaya girtiyê ji sedî 91 astengdar e ev 5 sal in tê astengkirin
09:38 Heval Dilbahar: Heke aştî were vê xakê divê ji ewil bi Kurdî re bê kirin
09:37 Di doza Narîn Guran de 'sonda bêdengiyê' dewam dike
09:05 Jin dê pêşengtiya Înîsiyatîfa Yekitiyê bikin
09:03 'Zîhniyeta mêr hewl nade tundiyê rawestîne’
09:00 ROJEVA 11’Ê GULANA 2025’AN
08:56 Cenazeyê Tekîk dê îro bişînin Êlihê
06:00 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Tekîk jiyana xwe ji dest da
10/05/2025
16:02 Helbesta Abdullah Ocalan a ji bo zarokan nivîsandî cara yekem hate xwendin
15:15 Şaredarên CHP’î serdana şîna Onder kirin
15:08 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
14:00 Dayikên Şemiyê ku li aqûbeta Halîl û Kasim Aksoy pirsin: Bila Erdogan li ser soza xwe be
13:29 Li Şirnexê starta 15'ê Gulanê
13:03 Kesên ku di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
12:41 Konferansa 'Manifestoya Gîronayê': Berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî
11:19 Kevana Zêrîn: Hozan Mizgîn bi huner û têkoşîna xwe bû dengê gel
10:21 Li Amedê Înîsyatîfa Yekîtiyê hat avakirin
10:19 Rageşiya di navbera Pakistan-Hindistanê de zede bû: Balafirgeh hedef hatin girtin
09:23 Li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de qirkirina daristanê
09:07 Xizmên girtiyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2025'AN
09/05/2025
18:46 Meclisa Kirmanckî tê îlankirin
16:53 Leyla Zana: Erkên nû li ber me hemûyan hene
16:22 Tulay Hatîmogullari: Dema avakirina bingeheke demokratîk û zagonî hatiye
16:02 DEM Partiyê têkildarî ‘kongreyê’ daxuyanî da: Qonaxeke dîrokî ye
15:53 Pervîn Bûldan: Kongreyeke dîrokî ye, bi Ocalan re ‘ragihandineke teknîkî’ çêbûye
14:32 Li Amedê 7 xwendekar hatin binçavkirin
14:30 Gelek kes çûn serdana şîna Onder a li Semsûrê
13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Ji bo girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê divê pêvajoya reformê bê destpêkirin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçeran dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de