Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin

  • rojane
  • 15:08 10 Gulan 2025
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên windayan di çalakiyên xwe yên li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê de li aqûbeta kesên di dîrokên cuda de di bin çavan de hatine windakirin û pirsîn. Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Ahmet Şiray, bal kişand ser pêvajoyê û got ku divê dewlet gavan biavêje.

Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li aqûbeta kesên li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê di bin çavan de hatin windakirin û kiryarên wan pirsîn.
 
AMED
 
Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan berdewam kirin. Di çalakiya ku di hefteya 848'an de ye, pankarta ku wêneyên kesên hatin qetilkirin li ser hat vekirin. Di daxuyaniyê de dowîzên bi nivîsa "Parastina kiryaran tê wateya aligirê sûc" û "Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborî tüne ye" hatin hilgirtin.
 
Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmetcan Ayşîn ê li gundê Mizag ê navçeya Licê ya Amedê hat binçavkirin û piştre hat windakirin hat pirsîn.
 
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz got: "Ji vir em careke din soza xwe ya bi dayikan re nû dikin; heta kiryar bên dîtin wê têkoşîna me bidome."
 
Çîroka windakirina Ayşîn ji aliyê Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Firat Akdenîz ve hat xwendin.
 
Çîroka Ayşîn ê winda wiha ye: "Di 5'ê Gulana 1994'an de leşkeran bi ser gund de girt. Di serdegirtinê de 53 ciwan û extiyarên gund hatin binçavkirin. Yek ji kesên hatin binçavkirin Mehmetcan Ayşîn bû. Roja piştî serdegirtinê 49 kes serbest hatin berdan. Piştî 6 rojan ji xeynî Mehmetcan, her sê kesên din jî hatin berdan. Piştî vê malbat diçe qereqolê, lê qereqol dibêje wê wî bibin dozgeriyê û paşê berdin. Lê Mehmetcan Ayşîn ne sewqî dozgeriyê tê kirin ne jî tê berdan.
 
Malbata Mehmetcan Ayşîn ji ber ku nekarîn agahiyekê bi dest bixin, li saziyên dewletê geriyan. Malbatê ewil serî li Dadgeha Ewlekariya Dewletê dide, lê serlêdana wan bêyî ku bê kirin tê redkirin. Li ser vê yekê malbat serî li Walîtiya OHAL'ê dide, lê berê wan didin Fermandariya Asayîlê ya Licê. Fermandarî dibêlje wê rojê tu operasyon li dar nexistine û kesê navborî binçav nekirine. Ji 7'ê Gulana 1994'an û vir ve tu agahî ji Ayşînê nayê girtin."
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
ÊLIH
 
Li Êlihê ÎHD û xizmên windayan di hefteya 684'an de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê hatin cem hev. Di çalakiya ku pankarta bi nivîsa "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hat vekirin, gelek kes amade bûn.
 
Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Ahmet Şiray diyar kir ku divê têkoşîneke li gorî ruhê pêvajoyê pêş bikeve û bang li dewletê kir ku gavên pêwîst biavêje. Piştre Şiray çîroka windakirina Kadrî Yilmaz ê ku di Nîsana 1994'an de li navçeya Rezan a Amedê hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin, xwend.
 
CENAZE NEDAN MALBATÊ
 
Çîroka windakirina Yilmaz wiha ye: “Li gorî îfadeyên malbatê Kadrî Yilmaz li Amedê dijiya. Di Nîsana 1994’an de beşdarî daweta xizmekî xwe bû. Polîsan avêt ser wê daweta ku li Rezanê pêk hat û Kadrî, birayê wî û 3 kesên ji dawetê hatibûn binçavkirin. Yilmaz ê ku li ber çavê bi sedan kesî hat binçavkirin û nehat berdan, tevî hemû serlêdanan jî nehat dîtin. 
 
Piştî bûyerê bi 8 rojan malbat bi rêya nasên xwe yên li Licê hîn bûn ku leşkeran 3 cenaze anîne mizgeftê û di çala ku li ber Dibistana Seretayî ya Herêmê ya ku wekî baregeheke leşkerî tê bikaranîn de hatine definkirin. Malbatê diyar dike ku yek ji cilên cenazeyên li mizgeftê yên Kadrî bûye, lê cenaze nedane malbatê. Kadrî Yilmaz hîn winda ye û cenazeyê wî nehatiye dîtin.”
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
COLEMÊRG 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 174'an de li Kolana Sanat a navçeya Geverê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan hatin vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Enter Ozdemîr û Bapîr Çîtak ên ku li gundê Geliyê Tiyare yê navçeya Çelê dijiyan û ji aliyê leşkeran ve bi darê zorê ew birin operasyonê û hatin qetilkirin, hat pirsîn.
 
Hevseroka Şaxa ÎHD'ê Sîbel Çaprazê jî got: "Me Enter Ozdemîr û Bapîr Çîtak ên ku daxwazên malbataên wan bi salan e bêbersiv dimînin, ji bîr nekiriye."
 
Sîbel Çaprazê xîtabî rayedaran kir û got, "Divê bi lêpirsîneke bi bandor demildest kiryar bên d.îtin û cezayê pêwîst bê dayîn. Em ê tu carî dest ji lêgerîna edaletê ya ji bo Enter Ozdemîr û Bapîr Çîtak bernedin."
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
ÎZMÎR 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê vê hefteyê jî çalakiya xwe ya windayan berdewam kir. Di çalakiya ku li ber Sûmerbanka kevin a Konakê hat lidarxistin de pankartên bi nivîsa "Winda wijdan in, xwedî li wan derkeve" û "Kiryar diyar in, winda li ku ne" hat vekirin.Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta xwendekar Hüsamettin Yaman û Mehemet Soner Gul" ku gava xwebdekarê zanîngehê bûn, 33 sal in winda ne.
 
Rêveberê Şaxa ÎHD'ê yê Îzmîrê Caner Canli jî diyar kir ku di 4'ê Gulana 1992'yan de kesê ku telefonî birayê mezin ê Husamettîn Yaman Feyyaz Yaman kirire û ragihand ku Husamettîn Yaman û Soner Gul hatine binçavkirin û got, "Malbata Yaman û Gul destpêkê serî li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê û piştre jî ji bo hemû saziyên têkildarî Mafên Mirovan ên Stenbolê dan. Komeleya Mafên Mirovan û Rêxostina Efûyê ketin nava liv û tevgerê. Malbata Yaman 2 salan di bin çavdêriya polîsan de man. Li qada daristanê lêpirsîn li wan hat kirin û gotina wan a dawî ev bû; 'Dê rûmeta mirovahiyê îşkenceyê têk bibe' bû." 
 

Sernavên din

16:25 Demîrtaş: Dem dema xebateke samîmî û bi hev re ye
16:01 Ji YE’yê daxuyaniya ewil: Divê ev firsenda dîrokî baş bê nirxandin
15:31 Alp ê CHP’î: Bijî biratiya gelên Tirk û Kurd
15:22 Wezîrê Dadê Tunç: Meşa di rêya demokrasiyê de bi gavên pêbawer didome
15:20 Elîaçik: Piştî gava dîrokî ya PKK’ê divê dewlet ji bo statûya hiqûqî gav biavêje
15:17 Hakan Fîdan: Biryara PKK’ê dîrokî û girîng e
15:16 Ayşegul Devecîoglû: Divê em zorê bidin îktîdarê ku gavan biavêje
15:05 Ayşegul Dogan: Ne tenê biryareke fesixkirinê ye, pêvajoyeke nû ya avakirinê ye
14:51 Li Rihayê ji bo girtiyên siyasî çalakî hate lidarxistin
14:50 Serokê Baroya Amedê Guleç: Divê gavên qanûnî bên avêtin
14:06 Berdevkê YNK’ê: Gaveke erênî ye
14:05 Li Amedê bager rabû
14:01 Pervîn Buldan ji bo biryarên PKK’ê got: Divê Meclisê bikeve dewrê
13:51 SOLDEP: Em ê ji bo aştiya civakî têkoşînê geş bikin
13:32 Bakirhan: Ji bo çareseriya pirsgirêkê tu hincet neman
13:26 Kaytan û Altûn vegot: Tu tişt bi hêsanî, bêberdêl bi dest neket
13:19 Nêçîrvan Barzanî: Biryareke dîrokî ye
13:13 Piştî daxuyaniya PKK’ê hîseyên ASALSAN’ê bê qîmet bûn
12:33 Danişîna doza 4 rojnamegeran hat lidarxistin
12:26 Lêgerîna heqîqetê ya bêrawestan: Alî Haydar Kaytan
12:18 Dê însiyatîf bibe bingeha yekitiya neteweyî
12:02 Rêhevalê Azadiyê yê Abdullah Ocalan: Riza Altûn
11:31 Biryara dîrokî ya PKK’ê di rojeva cîhanê de ye
11:28 Ji AKP’ê daxuyaniya ewil: Her pêşketinek erênî dê rê li ber pêşketineke erênî veke
11:16 Serekşêwirmendê Serokkomar: Dê reformên berfireh bên kirin
11:07 Efkan Ala: Mekanîzma çawa pêwîst bike dê wisa bên xebitandin
10:56 Kaytan û Altûn dê bên bibîranîn
10:55 Hûrgiliyên kongreya PKK’ê: Ev ne dawî, destpêkek e!
10:36 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:35 Greva birçîbûnê ya li dijî girtîgehên bi ‘Tîpa bîrê’: Divê dengê derve bilind bibe
10:04 Ercûment Akdenîz: Mesele nefes wergirtina heqîqetê ye
10:03 PKK’ê Sirri Sureyya Onder bi bîr anî: Em ê xeyalên wî pêk bînin
09:49 Kongreya PKK’ê diyarî Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate kirin
09:41 ‘Mijara herî girîng a pêvajoyê naskirina statuya zimanê Kurdî ye'
09:10 Dema doz didomiya di nîvşevê de mala wan bi ser pisîkên wan de hilweşandin
09:10 Xetere li ser mafê perwerdeyê yê xwendekarên girtî heye
09:02 Ji PKK’ê biryara dîrokî: Me xebat bi dawî kirin
09:01 ROJEVA 12'Ê GULANA 2025'AN
11/05/2025
17:18 Ji bo endamê TEV-DEM’ê Îke şîn hate danîn
17:08 CPT: Êrişên Tirkiyeyê li gorî mehek berê ji sedî 78 zêdetir bûn
16:59 Li Riha û Stenbolê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:30 Şîna Zeynel Bayram bi girseyî hate ziyaretkirin
16:23 Ji OHD’ê gotûbêja ‘Gorên Komî’: Divê em bi rastiyan re hevrû bibin
16:11 ‘Dayikan kevneşopiyeke xurt ê têkoşînê ava kirin’
15:35 Zaroka hat îdiakirin ji banê malê ketiye xwarê jiyana xwe ji dest da
15:30 Hozan Mizgîn di sala 33’yan a wefata xwe de hate bibîranîn
14:51 Konferansa ‘Manîfestoya Gîranoyê’ bi dawî bû
14:39 Şîna ji bo Onder li Semsûrê hatibû danîn bi dawî bû
14:33 Li Wanê ‘konê ziman’ hate vegirtin: Divê em her derê bikin dibistana ziman
14:24 Dayika Sakîne Cansizê rakirin nexweşxaneyê
14:08 Têketina herêmên dar lê tên birîn hate qedexekirin
13:15 Ji bo Pexşan Ezîzî kampanyaya îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin
12:07 Aysel Dogan li ser gora xwe hat bîranîn
11:12 Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk deklarasyona xwe aşkera kir
10:43 Serokê Baroya Colemêrgê: PKK’ê tişta diket ser milê xwe kir, dora dewletê ye
10:16 Kirkazak: Ji bo pêvajo pêşve biçe divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
10:15 Putîn ji bo ‘muzakereyên aştiyê’ bang li Ûkraynayê kir
10:03 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:02 Hevseroka DAD’ê Dogan: Banga Ocalan ji bo Rojhilata Navîn hêvî ye
10:01 Tehliyaya girtiyê ji sedî 91 astengdar e ev 5 sal in tê astengkirin
09:38 Heval Dilbahar: Heke aştî were vê xakê divê ji ewil bi Kurdî re bê kirin
09:37 Di doza Narîn Guran de 'sonda bêdengiyê' dewam dike
09:05 Jin dê pêşengtiya Înîsiyatîfa Yekitiyê bikin
09:03 'Zîhniyeta mêr hewl nade tundiyê rawestîne’
09:00 ROJEVA 11’Ê GULANA 2025’AN
08:56 Cenazeyê Tekîk dê îro bişînin Êlihê
06:00 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Tekîk jiyana xwe ji dest da
10/05/2025
16:02 Helbesta Abdullah Ocalan a ji bo zarokan nivîsandî cara yekem hate xwendin
15:15 Şaredarên CHP’î serdana şîna Onder kirin
15:08 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
14:00 Dayikên Şemiyê ku li aqûbeta Halîl û Kasim Aksoy pirsin: Bila Erdogan li ser soza xwe be
13:29 Li Şirnexê starta 15'ê Gulanê
13:03 Kesên ku di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
12:41 Konferansa 'Manifestoya Gîronayê': Berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî
11:19 Kevana Zêrîn: Hozan Mizgîn bi huner û têkoşîna xwe bû dengê gel
10:21 Li Amedê Înîsyatîfa Yekîtiyê hat avakirin
10:19 Rageşiya di navbera Pakistan-Hindistanê de zede bû: Balafirgeh hedef hatin girtin
09:23 Li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de qirkirina daristanê
09:07 Xizmên girtiyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2025'AN
09/05/2025
18:46 Meclisa Kirmanckî tê îlankirin
16:53 Leyla Zana: Erkên nû li ber me hemûyan hene
16:22 Tulay Hatîmogullari: Dema avakirina bingeheke demokratîk û zagonî hatiye
16:02 DEM Partiyê têkildarî ‘kongreyê’ daxuyanî da: Qonaxeke dîrokî ye
15:53 Pervîn Bûldan: Kongreyeke dîrokî ye, bi Ocalan re ‘ragihandineke teknîkî’ çêbûye
14:32 Li Amedê 7 xwendekar hatin binçavkirin
14:30 Gelek kes çûn serdana şîna Onder a li Semsûrê
13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Ji bo girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê divê pêvajoya reformê bê destpêkirin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçeran dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de