NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn dê li gelek bajaran bernameyên bîranînê bên lidarxistin.
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hate kirin, di 5-7’ê Gulanê de 12’emîn Kongreya Awarte li dar xist.
PKK’ê ragihand ku ji kadroyên wan ên pêşeng Alî Haydar Kaytan û Rizan Altûn jiyana xwe ji dest dane. PKK’ê, kongreya xwe diyarî Kaytan û Altûn kir.
Kaytan û Altûn dê di 13, 14 û 15’ê Gulanê de li Tuzluçayir a Enqereyê bên bibîranîn. Di 17’ê Gulanê de jî dê li Qada Seyîd Riza ya Dêrsimê bîranîn bê lidarxistin.
Di 18’ê Gulanê de jî li Qada Şêx Seîd a Amedê bîranîn bê lidarxistin. Tê payin ku li gelek bajaran bernameyên bîranînê bên lidarxistin. Dê malbatên Kaytan û Altûn jî tev li bernameyên bîranînê bibin.