* Selma Kaytan ku birayê xwe Alî Haydar Kaytan weke 'Heval' bi nav dike û wiha got: "Gelekî kêfxweşim ku xwişk û birayên min li heman rêyê dişopandin. Di dema nû de divê em destekê bidin têkoşîna wan."
* Raportorê Tirkiyeyê yê AP'ê Nacho Sanchez Amor ê biryara kongreya PKK'ê nirxand wiha got: "Divê ev firsend neyê hebakirin. Di vê qonaxê de divê parlamentoyê jî tevlî pêvajoyê bikin."
* Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Dêrsimê Nûrhat Yeşîl got, "Di vê qonaxê de PKK'ê tişta ku dikeve ser milê xwe pêk anî. Qonax wê bi gavên ji aliyê dewlet û hikûmetê bên avêtin ve diyar bibe."
*Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk anî ziman ku di biryarên kongreya PKK'ê de vegotina armanca sosyalîzmê girîng e û wiha got: "Armanca ku danîne pêşiya me tiştekî bi heybet e. Dema ku armanceke rizgariya gerdûnî hebe divê em vê li ber çavan bigirin."
* Rêvebera Komeleya Jinan a Star Meryem Aslan ku diyar kir ku li Wanê êrîşên li dijî jinan zêde bûne û got, "Heta meha Çileyê ji nêzî 50 jinên rastî şîdetê hatine me serî li komeleya me dan. Ji van 22 serlêdan bi mirina bi guman bi encam bûn.”
* Endama Platforma Têkoşîna li dijî Narkotîkê Dîlek Akyapi got ku plan dikin zimanekî têkoşînê yê têgihîştî ava bikin û belav bikin ku narkotîk ne tenê jehrkuja biyolojîk e, di heman demê de çekeke siyasî ye.
* 48 sal di ser kuştina Hakî Karer re derbas bûye jî hê jî bandora wî li Dîlokê tê hîskirin. Hevalê wî yê têkoşînê Mustafa Kaplan diyar kir ku ji Hakiyê ji herêma Behra Reş fêr bûye ku Kurd e.
* Li Eskîşehîrê bi îdîaya 'qanûna civîn û xwepêşandanan binpê kiriye' der barê endamên Komîteya Tertîp a Newroza 2024'an de doz hate vekirin.
* Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe ku 2 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn, nerazîbûn nîşanî biryarê da û got, "Weke kesên hatine hilbijartin, em ê heta dawiyê bi rêyên demokratîk û rewa parastina mafên xwe bikin."
* Di 17-18ê Gulanê de li Salona Konferansê ya Baroya Wanê "Sempozyûma Zimanê Kurdî" ku ji aliyê Şaxa Eğitim Sen wan ve tê organîzekirin dê pêk were. (10:00- 17:00)
* Dayikên Şemiyê wê ji bo çalakiya xwe ya heftane ya 1051'emîn li Qada Galatasarayê kom bibin. (12:00)
* Xizmên windayan li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê wê daxuyaniyê bidin. (Saet: 13:00)
* Der barê girtiyên nexweş ên li Stenbol û Enqereyê de wê daxuyaniyek bê dayîn. (13:30)
* Ji aliyê DÎTAM'ê ve li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê panela bi mijara "Di Avakirina Aştiya Civakî de Rola Hiqûqê" tê lidarxistin. (13:00-16:00)
* Ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn wê li Dêrsîm û Stenbolê bîranîn bên lidarxistin. (13:00-18:00) ZINDÎ