Xwişkên Mazlum Dogan: Ya dikeve ser milê me ew e ku em di rêya wan de bimeşin

  • rojane
  • 10:41 18 Gulan 2025
  • |
img

DÊRSIM - Xwişkên Mazlum Dogan ku tev li bîranîna ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bûn, gotin: “Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em di rêya wan de bimeşin.” 

Çalakiyên bîranînê yên ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn tên lidarxisitn, didomin. Ji bo Kaytan û Altûn duh li Dêrsimê merasîmeke bîranînê ya bi girseyî hat lidarxistin. Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlum Dogan di 21’ê Adara 1982’yan de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê li dijî zext, zordarî û teslîmiyetê xwe şewitandibû. Xwişkên Mazlum Dogan, Serap Mutlu û Arîfe Yildirim jî tev li bîranîna Kaytan û Altûn a li Dêrsimê bûn. 
 
'EM LI GEL AŞTIYEKE BIRÛMET RE NE’
 
Serap Mutlu, diyar kir ku di serdema Derbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê de dema diçûn girtîgehê malbatên Altûn û Kaytan nas kirine. Serap Mutlu, da zanîn ku wê Alî Haydar Kaytan qet nas nekiribû lê di pêvajoya kongreyekê de Riza Altûn dîtibû. Serap Mutlu, got: “Derfeta min çênebû hevalê Haydar nas bikim. Lê min her tim dişopand û lê guhdarî dikir. Min heval Altûn jî di kongreyekê de dîtibû.” 
 
Serap Mutlu, destnîşan kir ku Kaytan û Altûn ji bo aştî û azadiyê bedelên mezin dane û wiha domand: “Têkoşîna ji bo aştiyê hatiye dayin hem di dil hem jî di bîra me de dijî. Em her tim li gel aştiyeke birûmet re ne. Wan dixwestin aştî çêbibe. Lê şik û gumanên me ji dewletê hene. Em dixwazin di şertên wekhev de bijîn. Em daxwaza mafên xwe dikin. Heta niha her tiştek hate înkarkirin. Em daxwaza mafên xwe yên hatine înkarkirin dikin. Hewceye bêhtir derfetan ji birêz Abdullah Ocalan re biafirînin, divê tecrîdê rakin. Divê mafê hêviyê bê cîcibîkirin. Dive hevalên di zindanan de bên berdan.” 
 
'YA DIKEVE SER MILÊ ME EW E KU EM DI RÊYA WAN DE BIMEŞIN’ 
 
Arîfe Yildirim Dogan jî got ku ew malbata Kaytan ji nêz ve nas dike. Arîfe Yildirim Dogan, ev tişt anî ziman: “Di sala 1938'an de gelek ferdên malbata hevalê Haydar jiyana xwe ji dest dan. Ez dayika wî, xwişka wî û zavayê wî nas dikim. Gelek caran hatiye mala me û çûye. Em mamoste bûn. Ji ber ku li derve bûn, têkiliyên me bi hev re çênebû. Anku têkiliyên me yên rû bi rû çênebûn. Lê ji ber ku gelek caran dihat malê, dayika min her tim qala wî dikir. Dayika min digot li pişta sobeyê disekinî û hewl dida xwe germ bike. Û dema dayika min qala wî dikir jê re digot ‘tompizê min’. Ji ber ku hinek qelew bû dayika min jê hez dikir. Riza jî kesekî çalak bû. Ji bo me windahiyên pir mezin in. Ya dikeve ser milê me jî ew e ku em di rêya wan de bimeşin.” 
 
Arîfe Yildirim Dogan, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û geşedanên piştre qewimîn û wiha got: “Em ji Rêbertiya xwe (Abdullah Ocalan) bawerin. Em dizanin ku tu caran dev ji mafên me bernade. Ji bo hemwelatiya wekhev, pêkvejiyana Kurd û Tirkan, ji bo hemû baweriyên cuda bi hev re û wekhev bijîn, têkoşîneke girîng dimeşîne. Hêvîdarim tevî gel û baweriyên din em bi hev re, azad û bi dilxweşî bijîn. Di nava dewletê de komeke xwe ji rantê xweyî dike heye û ew naxwazin şer xelas bibe. Ji bo firotina çekan her rêyê diceribînin. Lewma dibe ku yên vê nexwazin û bixwazin sabote bikin hebin.” 
 
Arîfe Yildirim Dogan daxuyand ku ji bo pêvajoya heyî pêş bikeve divê dewlet gavan biavêje û axaftina xwe wiha qedand: “Qet nebe divê girtiyên siyasî bên berdan. Ev yek dê bibe gavek. Weke mînak meseleya qeyûman heye. Divê şaredarên ji peywirê hatine dûrxistin dîsa li karê xwe vegerin. Divê qanûn bên guherandin.” 
 
MA / Şîlan Şîrvan Çîl - Heval Onkol

Sernavên din

16:45 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya NÛÇEYA LEZGÎN
16:04 Di bahoza li DYA’yê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:36 Kaytan û Altûn li Qada Şêx Seîd ji hêla bi hezaran ve hatin bibîranîn HATE NÛKIRIN
14:51 Birayê Denîz Poyraz hate berdan
14:45 Girseya ji Mêrdînê hatî ber bi Qada Şêx Seîd ve meş li dar xist
14:40 Hevalê qawîşê yê Riza Altûn jî di bîranînê de ye: Em ê xwedî li bîranîna wan derkevin
14:22 Jinan beriya bîranînê meş li dar xistin: Dê têkoşîna me de bijîn
13:54 Ji bo bîranînê li Amedê ne: Divê Ocalan azad bibe
13:52 Di Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’a Amedê de banga ‘gavan biavêjin’ li dewletê hat kirin
12:52 Di Sempozyuma Zimanê Kurdî de siyaset hate rexnekirin
12:41 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:18 DEM Partî: Kesên me di Gulanê de winda kirin rêya me ronî dikin
12:17 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn bi rê ketin
10:56 Kesên li Dêrsimê tev li bîranînê bûn: Aştî yekalî nabe
10:42 Çanakkale bi pileya 4.4’ê hejiya
10:41 Xwişkên Mazlum Dogan: Ya dikeve ser milê me ew e ku em di rêya wan de bimeşin
10:07 Li girtîgehên herêma Akdenizê 80 girtiyên nexweş hene
09:54 Ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve têkoşîna kedê
09:54 ‘Em ê têkoşîna Kaytan û Altûn bidomînin’
09:28 Dîmenên îşkenceya li bin çavan 5 sal in nehatiye lêkolînkirin
09:28 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:02 Rewşa girtiya nexweş a 76 salî roj bi roj girantir dibe
09:02 Salên Altûn ên li Dîlokê: Tovê azadiyê reşand
09:01 Xelkê Cizîrê piştgiriyê dide pêvajoyê: Divê dewlet gavên hewce biavêje
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN
17/05/2025
17:14 Rola çapemenî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin
17:12 Kaytan û Altûn sibê li Amedê tên bibîranîn
17:11 Ji şardariyê daxuyaniya li ser beytan
16:09 Mihrîcana Fîlman a Uçan Supurge destpê dike
16:07 Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî
16:04 ‘Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir: Mirov bi zimanê xwe mirov e
15:44 Xizmên windayan li 4 bajaran pirsîn: Hezkiriyên me li ku ne?
15:24 Daxuyaniya hevpar a 255 saziyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:47 Bakirhan: Ji bo aştiya civakî divê rûbirûbûn pêk were
Buldan: Heke winda neyên dîtin aştî nîvco dimîne
14:45 Li Dêrsimê berxwedan bi ser ket: Girse dimeşe navendê
14:33 Daxwaza komisyona heqîqetê ji bo kesên hatine windakirin
14:21 Cemîl Bayik: Em paradîgmayeke nû bi pêş dixin
13:57 TJA: Em aktorên pêvajoyê ne
13:46 Li Dêrsimê Kaytan û Altûn ji aliyê hezaran ve hatin bîranîn
13:39 Behsa birayê xwe ku jê re digot ‘Heval’ kir: Bi xwedî derketina pêvajoyê em dikarin nirxên wan biparêzin”
13:37 Mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
13:36 Li Mexmûrê çalakiya li hember ambargoyê didome
12:03 JI Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê
11:39 Hevalê Çaran yê heman qawîşê: Hewldanên wan vala neçûn
10:48 Ji Hakî Karer hîn bû ku Kurd e
10:10 Serokê Giştî yê EHP’ê: Armanca PKK'ê ya sosyalîzmê girîng e
09:39 Ji bo 6 kesan doza ‘Newrozê’ hate vekirin
09:33 Viyan Tekçe: Em ê mafê xwe biparêzin
09:18 Ji bo bibîranîna li Qada Şêx Seîd bangewazî
09:03 ‘PKK peywira xwe anî cih niha dora dewletê ye’
09:02 Raportor Amor: Biryara PKK'ê hêvî dide mirov divê firsend neyê xerckirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2025'AN
16/05/2025
17:33 Di doza ‘azardana zarokan’ de 82 sal cezayê hefsê hat dayin
16:32 Li Licê hestiyên ku tê texmînkirin aîdî mirovan e hatin dîtin
15:52 Civînên jinan ên DEM Partiyê dewam dikin
15:28 Wêneyê Abdullah Ocalan ê 42 sal berê hat weşandin
15:26 Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Geverê serbest hat berdan
14:35 Dosyaya Ozbahçecî ku polîsan kuştibû şandin krîmînala cendirmeyan
13:30 Der heqê rojnameger Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:20 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang hate kirin
13:19 Pirtûka Gurbetellî Ersoz wergerandin zimanê Yewnanî
13:19 Cezayê polîsê Berkîn Elvan qetil kiribû hate erêkirin
13:05 Kongreya NADA’yê di roja 2’yan de bi komxebatan dest pê kir
12:02 Cîvaknas Kuçukaydin: Gaveke nû hate avêtin, guherîn dê hinek biêş be
11:44 Kaytan û Altûn li Wanê hatin bibîranîn: Tu caran serî netewandin
11:27 'Ev pêvajo mîrateya Çaran e'
10:58 Li Colemêrgê nexweşiya tevekê hat tespîtkirin
10:51 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:48 Mêşvanan berê xwe dan zozanan
10:24 Sabrî Ok: Ji xwe û bi Rêber Apo bawer bin
Besta Botan: Têkoşîna li ser zemîna siyaseta demokratîk dest pê dike
10:03 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang: Divê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve
10:02 Serlêdana emniyetê ya ji bo 'guhertina îmarê' hat redkirin
10:02 Riza Altûn vegot: Baş birêxistin dikir û mamosteyekî zîrek bû
09:27 Li Şirnexê ji ber hişkesaliyê 300 hezar donimên dexl û danê hişk bûn
09:17 Ji bo vegotina ‘pêvajoyê’ li 12 tax û 72 gundan çûn serdana 5 hezar malbatan
09:03 Komeleyên herêmê: Divê em beşdarî pêvajoyê bibin
09:01 Parêzer Zeynep Karayilan: Dê çareserî di şexsê Abdullah Ocalan de pêk bê
09:00 ROJEVA 16’Ê GULANA 2025’AN
08:43 Dayika girtiyê nexweş di qezayê de jiyana xwe ji dest da
08:39 Li Mêrdînê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
15/05/2025
21:23 Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran hat pîrozkirin: Statuya Kurdî nas bikin
17:04 ‘Em ê xeyalên Altûn û Kaytan pêk bînin’
16:40 Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhej çêbû
16:32 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn a li Amedê bang hate kirin
16:28 Rojnameger Furkan Karabay hate girtin
15:47 Tekmenûray ê piştî 32 salan hate berdan: Em ê têkoşînê bidomînin
15:46 Mexmûriyan li dijî ambargoyê çalakî dan destpêkirin
15:35 Derhêner Alî Ozgenturk wefat kir
14:48 Di doza rojnameger Çoban de dê mutalaa bê amadekirin
14:10 Girtiyê nexweş ê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
13:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî 'Girtîgehên bi tîpa bîrê' didome
13:22 Bayindir û Bakirhan beşdarî bîranîna Kaytan û Altûn bûn
13:16 Banga ‘Bila Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê’ kirin
13:06 Kongreya NADA’yê: Em teşe bidin nexşerêya xwe ya civaka demokratîk
12:43 Bîranîna Kaytan û Altûn: Kevneşopiyeke mezin ava kirin
12:29 Ji çiyayên Wanê ber bir bazaran ve
12:16 Endamê Koma Aştiyê Tunç: Divê mercên xebatê yên Abdullah Ocalan bên avakirin
11:48 Mûstafa Mesût Tekîk bi bîr anîn: Jiyana xwe fedayî gelê xwe kir
11:09 1’emîn Kongreya NADA’yê dest pê kir
10:58 Danişîna doza 19 rojnamegeran hate taloqkirin