ENQERE - Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan a bi Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan re dest pê kir.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, bi Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan re hevdîtin kirin. Hevdîtin, saet di 11.00’ê de li Navenda Giştî ya Partiya DEVA’yê dest pê kir. Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî di şandeya DEM Partiyê de cih girtin.
Şandeya DEM Partiyê, ji hêla Babacan û Serokwekîlê Giştî yê Partiya DEVA’yê Îbrahîm Çanakçi, Cîgirê Serokê Giştî Mehmet Emîn Ekmen, Sadullah Ergîn û Medenî Yilmaz ve hate pêşwazîkirin.
Hevdîtin, ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.