STENBOL - Çalakiya Dayikên Şemiyê di sala 30'emîn de ye û vê hefteyê aqûbeta Mehmet Saît Zengîn hat pirsîn û çalakgeran got: "Em aştiyê û windayan dixwazin. Em aştiyê û heqîqetê dixwazin. Em aştiyê û edaletê dixwazin. Em aştiyê û demokrasiyê dixwazin."
ji bo aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û ji bo darizandina faîlan, di hefteya 1053’yan a çalakiya xwe de li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Dayikên Şemiyê yên ku bi qurnefîl û wêneyên qurbaniyan hatin ba hev, vê hefteyê aqûbeta Mehmet Saît Zengîn pirsîn ku 6’ê Gulana 1995’an li navçeya Mîdyat a Mêrdînê di bin çavan de hatine windakirin.
Ji xizmên windayan Îkbal Eren daxuyaniya çapemeniyê xwend û diyar kir ku ji bo kesên hatin windakirin ji bîr nekin ji 27'ê Gulana 1995'an vir ve li Qada Galatasarayê dengê xwe bilind kirin. Îkbal Eren diyar kir ku 30 sal in ew ji vê meydanê diqîrin û wiha got: "Ev 30 sal in ji bo em edaletê pêk bînin û dozên windakirina ya di bin perdeyeke tarî ya ku polîtîkayên înkar û bêcezahiştinê yên dewletê ferz dikin têdikoşin. Ev 30 sal in em diqîrin: Dawî li înkarê bînin, aqûbeta windayên me aşkera bikin. Em dizanin ku: Bêyî ku bêcezahiştin bi dawî bibe edalet pêk nayê. Bêyî edaletê aştî nayê axaftin."
ÇÎROKA MEHMET ZENGÎN
Îkbal Eren got ku aştiyê û windayan dixwazin, aştiyê û heqîqetê dixwazin, aştiyê û edaletê dixwazin, aştiyê û demokrasiyê dixwazin û wiha got: "Mehmet Saît Zengîn ê 36 salî li Mîdyatê esnaf bû. Endamê HADEP'ê bû. Zengîn ê ku di bin gefên hêzên ewlehiyê de dijiya, tim dihate şopandin, binçavkirin û îşkence lê hate kirin. Di Nîsana 1995'an de ji aliyê polîsên hatin dikana wî ve hat binçavkirin. 14 rojan îşkence lê hate kirin û piştre hate berdan. Lê belê demeke kurt piştî berdanê, di 6'ê Gulana 1995'an de bi îdîaya ku ew ji Mêrdînê ye ji aliyê du polîsên bi kincên sivîl ve ji mala xwe hat binçavkirin û bi toroseke spî ew birin."
Îkbal Eren a ku diyar kir ku malbata Mehmet Saît Zengîn ji ber fikaran serî li Qereqola Polîsan a Midyadê dane û wiha got: "Rayedaran bersiva, 'Li cem me nîn e, lê dibe ku ew birin Mêrdînê' dan. Li dû vê yekê, malbat çû Mêrdînê. Birayê ku serî li emniyetê da gef lê xwar. Serlêdanên malbatê bê bersiv man. Ji hingî ve ji Mehmet Saît Zengîn ê bavê 4 kesî agahî nayê girtin. Dosyaya ku bi hewldana Komeleya Mafên Mirovan Şaxa Mêrdînê ji nû ve hat vekirin, hiştin ku di arşîvên Dozgeriya Midyadê de ma. Çiqas sal derbas bibin jî em ê tu carî dev ji daxwaza edaletê ya Mehmet Saît Zengîn û hemû windahiyên xwe bernedin; em ê bînin bîra dewletê ku divê li gorî normên hiqûqî yên gerdûnî tevbigere."
PEYAMA EMÎNE OCAK
Piştî daxuyaniyê, ji Dayikên Şemiyê Hanîfe Yildiz peyama dayika Hasan Ocak ê ku dema di bin çavan de hat qetilkirin Emîne Ocak şand xwend û wiha got: " Ez çûm dîtina Dayika Emîne. 30 sal berê ew dayik bû ku hemû dengê me deng veda û silavên xwe ji her kesên li vir re şand. 30 sal bi hêsanî derbas nabin. Dayik ne fêrî qedera zarokên xwe bûn û ne jî gihîştin edaletê. Hemûyan bi dilêş çûn."
Çalakgeran qurnefîl danîn Qada Galatasarayê û piştre çalakî bi dawî bû.