AMED – Di komxebata bi navê “Di Têkoşîna li Dijî Tiryakêşiyê de Nêzikatiyên Pirhêl” a di pêşengiya Meclisa Tenduristiyê ya Konseya Bajarê Amedê hate lidarxistin de giringîya xeta rêxistinkirinê ya li dij têryakêşiyê hate destnîşankirin.
Bi pêşengiya Meclisa Tenduristiyê ya Konseya Bajarê Amedê komxebata “Di têkoşîna li dijî tiryakêşiyê de nêzikatiyên pirhêl” li Navenda Çand Amedê hate despêkirin. Dê komxebat heta 1’ê Hezîranê bidome û dê gelek sernavên têkildarê têkoşîna li dijî tiryakêşyê bê nîqaşkirin. Hevşaredar, nûnerên saziyên ku li dijî tiryakêşiyê dixebitin û gelek aktivîst beşdarê komxebatê bûn.
Sekreterê Konseya Bajarê Amedê Selvî Tûnç, di destpêka komxebatê de axivî û got Konseya Bajêr ji 350 saziyan pêk tê û li gel 7 meclisan xebatên xwe didomînin. Her wiha Selvî Tûnç, destnîşan kir ku tiryakêşî li gelek malbat û li civakê bi hawayeke nayînî bandor dike û dê di komxebatê de ne tenê astengiyan her wiha dê çareseriyên ji bo tedawiyê jî nîqaş bikin.
‘DESNÎŞANA NEXŞERIYÊ’
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak wiha axivî: “Wekî hûn jî dizanin ji bo mijareke girîng em ê du rojan li vir bi hevre bin. Helbet dizanim têkoşîna li dijî tiryarkêşiyê zehmet e, em haydar in lê haya me ji pirsgirêkê heye û em ê bi hevre bi pêşniyarên çareseriyên hevpar çareser bikin. Ji ber vê yeke, pêdivî bi diyarkirina nexşeriyê û rêbazê heye. Em di dawiya van xebatan de dikarin bi têkoşîna li dijî tiryakêşiyê de; dema kurt, dema navîn û dema dirêj de encamên baş bigrin. Piştî vê komxebatê em dikarin xetek têkoşîni ava bikin.”
Piştî axaftinên despêkê Doç. Dr. Omer Kardaş, pêşkêşiyek bi sernavê “Nêrîke Giştî Li Hember Tiryakêşê” kir. Dûre aktivîstên Koma Narkotîkên Bênav, di rûniştina bi navê “Di Têkoşîna li Dijî Tiryakêşiyê de Mînakên Baş” de tecrübe û xebatên xwe yên têkoşîna li dijî tiryakêşiyê parve kirin.
Di rûniştina duyemîn a komxebatê de, dê kargehên têkildarên bi tiryakêşê ji aliye civakî, dêrûnî bên destgirtin.
Sibê di komxebatê de dê rola saziyên civakî, pispor, pişniyariyên çareseriyê û têkoşîna kolektif bê nîqaşkirin.