MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê trafoya ceyranê teqiya û ceyrana 115 gundan çû.
Li navçeya Qoser a Mêrdînê trafoya Şîrketa Ceyran û Ragihandinê (TEÎAŞ) teqiya. Piştî teqînê agir bi trafoyê ket û ceyran qut bû. Piştî vê teqînê, gundên girêdayî Şîrketa Dîcle ya Belevkirina Ceyranê (DEDAŞ) jî bê ceyran man.
Bi midaxileya komên agirkujiyê re agir hate vemirandin. Hat zanîn ku 90 gund û 25 mezreyên bê ceyran mane û dê ji bo demekî bê ceyran bimînin.
Hefteya bihurî jî li navçeya Dêrikê trafoya navendî ya TEÎAŞ'ê teqiya bû û 150 gund bê ceyran mabûn.