Gundekî di sînorê Amed û Mûşê de: Dê kîjan şaredarî pirsgirêkên wan çareser bike?

  • rojane
  • 11:20 24 Hezîran 2025
  • |
img

AMED - Bi salan e pirsgirêka av û rê ya gundê Kerengan a ku di sînorê bajarên Mûş û Amedê de çareser nabe. Welatiyan ji bo çareseriya pirsgirêkê bangî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin.

Pirsgirêka rê û avê ya gundên li herêma Zozanên Şênê ya ku di navbera sînorê nevçeya Pasûr a Amedê, Mûş û Çewligê de, nayê çareserkirin. Gundê Kerengan ê Pasûrê jî yek ji wan e. Di salên 1990’î de dewletê bi hinceta ewlehiyê gund vala kiribû, welatî di salên 2000’ê de vegeriyan gundê xwe. Gundê ku 10 malbat lê dijîn pirsgirêka av û rê bi salan e rexmê serlêdanan nehatiye çareserkirin. Rêya axê ya ku welatiyan bi derfetên xwe çêkirî, dema baran dibare rêya çûyîn û hatina gund tê girtin. 
 
Gundiyan diyar kirin ku rexmê hemû serlêdanan Şaredariya Pasûrê daxwazên wan bi cih neaniye. Gundê ku rêya wê tune mizgefteke mezin lê tê çêkirin.  
 
TITÛNÊ NEÇINÎN  
 
Li dora gund gelek çem diherikin lêbelê ji ber nebûna şebekeyê, xeta avê nehatiye çêkirin û av naçe malan. Hinek malbat bi derfetên xwe,  bi xortuman av ji çem kişandine malên xwe. Welatiyên ku titûnê diçînin îsal ji ber nebêuna avê titûn neçandine. 
 
Welatiyan diyar kir ku serlêdanên wan ên bo qeymeqamiyê û şaredariyê ji ber hinceta “ewlehiyê” nehatiye bicihanîn û pirsgirêkên wan çareser nebûne. 
 
GUND DIKEVE PARA DU BAJARAN  
 
Du birayên ku li gund dijîn îqametgeha wan li ser Mûşê ye û ya birayekî wan jî li ser Amedê ye. Nivê gund bi ser Mûşê nîvê din ji li ser navçeya Pasûra Amedê ye. Şaredariya Mûşê, li gund cihê ku dikeve para wê de pirehek ava kir lêbelê ji bo aliyê çemê ku 20 metreyan ji sînorê wê dûrtir e û dikeve para Şaredariya Pasûrê pir çênekir. Welatiyan diyar kirin ku bi derfetên xwe ve pir ava kirine û ew pira wan jî di bin avê de mane. 
 
Welatiyan bangî Şaredariya Pasûr û ya Şaredariya Bajarê Mezin kirin û daxwaza çareseriya rê û avê kirin. Gundiyê bi navê Mehmet Aslan bal kişand ser rewşa gund û got: “Çemê ku di nava gund de derbas dibe aliyekî dikeve Mûşê û aliyê din jî dikeve para Amedê. Sala borî meha Tebaxê de ji ber barana zêde rûbar rabû, ava bo destşûştinê jî me nedît. Rêyên me ne asfalt in û wesayîtên me di heriyê de dimînin bi motoran ve em ji heriyê der dixin. Em dixwazin ku rêyên me bên çêkirin. A herî pêkenok du birayên ku li çepê çem dimînin bi ser Mûşê ve ne û yê li rastê çem jî li ser Amedê ye. Kîjan şaredarî were berpirsiyariyê li xwe nagre 3u diavêje şaredariya dîtir.” 
 
DIXWAZIN DENGÊN WAN BÊN BIHÎSTIN 
 
 
Aslan, diyar kir ku dehan car bo Şaredariya Pasûrê serlêdan kirine û wiha axivî: “Sal borî jî, ji bo çêkirina rê gotin ‘em ê dozere bişînin” lê hêj jî neşandine. Gotin em ê îsal bişînin dîsa neşandin. Dema em dipirsin çima rêya me nayê çêkirin dibêjin ‘pere nehatiye’. Di demsalên payîz û biharê de ji ber heriyê em nikarin biçin malên xwe. Wesayît dişemitin an jî di heriyê de dimînin. Em dixwazin Şaredariya Mezin dengê me bibîhîse.”
 
 
Salîh Aslan, got: “Gundê me re komek rê derbas dibin. Rêya navçeya Bongilan a Çewlîgê jî di vir de derbas dibe. Rêya hinek gundên Mûşê jî di vir de derbas dibe. Em dixwazin pirsgirêka me ya rê û avê çareser bibe.” 
 
MA / Dilgeş Ruvanas - Bêrîvan Altan
 
 
 

Sernavên din

11:51 'Em hewl didin bi Şamê re lihev bikin lê Tirkiye mudaxile dike’
11:41 Bayindir: Rapora AKP’ê ji ruhê pêvajoyê dûr e
11:05 Li Roboskê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:14 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:01 Akademîsyena îtalî: Bi hêviyeke mezin piştgiriyê didim daxwaza aştiyê ya Kurdan
09:51 Ji xwendekaran komuna perwerdeyê ya Kurdî
09:08 Centellas: Demokrasî ji taxan dest pê dike
09:05 'Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ne'
09:02 7 jin gihiştin hev û kooperatîfa ku li ber girtinê bû geş kirin
09:01 Tenê salê saetekê diçin gundên xwe yên 35 sal in qedexe ne
09:00 Gefa kuştinê li girtî Îshak Dayan hate xwarin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2025'AN
13/12/2025
21:02 Festîvala Fîlman a Amedê di roja heftemîn de didome
19:40 Coşa beriya maça Amesporê
18:21 Li Çewlîgê civîna gel : Divê mafê hêviyê bê bicîanîn
17:48 'Em ê xwedî li bîranên wan derkevin'
16:19 Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû
16:08 Încî Sumbul a YJA Starî hat bibîranîn
15:37 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Erîşmîş û Goren kirin
15:01 Xizmên Windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:06 Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa edalet xwestin
13:13 Nêrgiz Mihemedî hat binçavkirin
13:10 Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da
12:52 Li Şirnexê civîna gel: Gelê Kurd tu carî wekî îro nêzî azadiya xwe ne bûye
12:08 Milê meşe yê Çûkûrovayê li ser rêya Tarsûsê ye
11:20 Daxwaza sereke ya Êlihiyan azadiya Abdullah Ocalan e
10:27 Fîlozofê Amerîkî Todd May: Divê hemû alî vê firsendê baş bi kar bînin
10:20 Bang ji bo meşa li Licê
10:11 Ji bo 5 bajaran hişyariya bi koda zer
10:02 Alimên Olî: Divê gava ji niha û pê ve azadiya Ocalan be
09:14 'Dewletê bi hevdîtina bi Îmraliyê re muxatabê xwe fermî kir'
09:13 ‘Heya Abdullah Ocalan azad nebe pêşiya aştiyê venabe'
09:11 Ji bo dosyeya Rojîn Kabaîşê raporeke alternatîf û taybet tê amadekirin
09:07 Sînemahez: Bila li Amedê bêtir festîval bên çêkirin
09:03 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2025'AN
12/12/2025
20:02 Di Festîvala Fîlman a Amedê de 18 fîlm hatın nîşandan
19:36 Neslîhan Şedal: Me bi modela hevserokatiyê pêşengiya cîhanê kir
16:57 Çetîn Arkaş: Ji bo aştiyeke mayînde hewcehî bi veguherîna zîhniyetê heye
16:28 Li Amedê biryara ‘Hewcehî bi ÇED'ê nîne' ya ji bo lêgerîna petrolê hat betalkirin
16:03 Cerdevanan li Şirnexê 36 pezkovî qetil kirin
15:51 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn civîna xwe ya ewil li dar xist
15:35 Rapor: Ji her hezar jinan tenê yek dikare xwe bigihijîne alîkariya edlî
15:14 Rapora girtîgehê: Astengkirina tehliyeyan û sepanên îşkenceyê zêde bûne
15:12 Meşa ‘Budçeya ji bo ked û aştiyê’ ya Çukurovayê: Budçeyê ji bo aştiyê veqetînin
15:00 Pervîn Buldan: Divê zagona aştiyê hebe
Devlet Bahçelî: Ez îmzeya xwe diavêjim bin her gotina Pervîn xanimê
14:28 ‘Ji bo aştiyê divê xweseriya rêveberiyên xwecihî bê parastin’
14:08 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Bahçelî re civiya
13:15 Çar endamên malbata Fîdan ku di qezayê de mirin hatin definkirin
13:07 Budçeya ji bo ked û aştiyê: Em mecbûr in mafê ked û aştiyê bi dest bixin
12:44 Babacan: Kêmasiya herî mezin a di pêvajoyê ew e ku Erdogan raya giştî agahdar nake
Şandeya DEM Partiyê: Verastkirinên zagonî divê ji bo aştiyê sûdewer bin
12:13 Du kesên li Mêrdînê jineke ciwan tecawiz kiribûn hatin girtin
12:05 Gulistan Sonuk: Avakirina civaka demokratîk erka me hemûyan e
12:02 Şandeya Îmraliyê bi Alî Babacan re civiya
12:00 Ji polîsan peyama sîxurkirinê: Yê ku di vê çîrokê de dişewite bila tu nebî
11:46 Tuncer Bakirhan: Em we tevan vedixwînin têkoşînê
11:23 Qala Aliye Tîmurê kirin: Dilsoza dozê bû
11:17 Li Boluyê tehliyeya 13 girtiyan hate astengkirin: Li dijî ruhê pêvajoyê ye
10:58 Tulay Hatîmogûllari: Em ji budçeya şer re bibêjin ‘na’
10:55 Salvegera 10’emîn a qedexeya derve ya Cizîrê: 52 dosya li DMME’yê ne
10:37 ‘Ji bo aştiyeke mayinde pêwîstî bi mafên sereke û azadiyan heye’
10:25 Daniela Patti: Divê em berdana Abdullah Ocalan misoger bikin
10:12 Hilbijêrên Kurd ji ber biryara Îmraliyê ji CHP'ê dûr dikevin
09:45 Girtîgehên li Efrînê û torên sîxurtiyê
09:20 Bi belgefîlma Ra'yê balê dikişîne ser asîmîlasyona li ser Elewîtiyê
09:19 Ji bo bajarên Bakur hişyariya baran û berfê hat kirin
09:08 Derhêner Kilo: Em Efrînê bikin bajarê aştiyê
09:07 Banga ji bo meşa li Licê: Em bersivê bidin polîtîkayên şerê taybet
09:03 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê: Em dixwazin hevdîtinê bi birêz Ocalan re bikin
09:03 Girtî behsa nameyên tên sansurkirin kir: Tenê rêzika 'hay ji xwe hebe heval' hatibû hiştin
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2025'AN
11/12/2025
17:05 Çetîn Arkaş: Em dikarin di bin sîwana neteweya demokratîk de bi hev re bijîn
16:51 Li Colemêrgê kursiya serbest hat danîn
16:35 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe serdana Bahçelî û Babacan
16:31 Nûnerên komeleyên Romanan rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê ziyaret kirin
15:46 Tedawiya Aykol dê bi antîbiyotîkên nû bidome
15:23 Li Nisêbînê civîna gel: Aştî pêdiviya herî lezgîn e
15:22 Parlak ê DEM Partiyî: Fîdan hewl dide biçekbûna welatan teşwîq bike
14:55 Rapora girtîgehan: Rexmê pêvajoyê jî girtî bi bêhiqûqiyên re rû bir û dimînin
14:13 Çîçek: Banga 27’ê Sibatê, terikandina hînbûnên sedsalî ferz dike
13:43 MHP’ê rapora xwe ya der barê pêvajoyê de pêşkêşî Meclisê kir
13:42 Dozgeriyê li dijî biryara demborînê ya ‘Komkujiya 19’ê Kanûnê’ îtîraz kir
12:28 Danezana ‘Konferansa Navneteweyî’: Ji bo aştiyê azadiya Abdullah Ocalan pêwîst e
11:38 Îtiraza ji bo betalkirina cezayê rojnameger Akyuz hate redkirin
11:00 Biryara qeyûm a têkildarî Newala Qesaba hat rawestandin
10:50 Têkildarî îşkenceya ‘tu dê hêz Tirkan bibînî’ serlêdana sûc hate kirin
09:56 Polîsê li Edliyeya Şirnexê întîhar kiribû mir
09:55 Ji Elewiyên Sûriyeyê banga 'gava lezgîn' kir
09:44 Girtiyê nexweş hefteyekê li nexweşxaneyê destkelemçekirî hate girtin
09:08 Li Pendîkê şewat derket: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Parêzer Kaya: Ji bo 'mafê hêviyê' divê tavilê gav bên avêtin
09:04 Bandora sembolîzmê ya li ser wêjeya Kurdî
09:02 Li şûna baxçeyên Ermenan ên dîrokî avahiyên beton tên çêkirin
09:01 Parêzer Ozoral: Divê êdî Ocalan azad be
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2025'AN
10/12/2025
21:14 Li Licê li dijî fuhûşê dê meş bê lidarxistin
20:24 Ji Cenevreyê bang: Divê tavilê Abdullah Ocalan azad bibe
19:13 Cezayê bidarvekirina Werîşe Mûradî hat betalkirin
19:05 Festîvala Fîlman a Amedê bi eleqeyek xurt didome
16:56 Li Tetwanê civîna gel: Cara ewil bû Adullah Ocalan ewqas bi hêvî li pêvajoyê dinihêrt