ÊLIH - Endamên Şaxa Petrol-Îş’ê ya Êlihê têkildarî krîza aborî û mafên xwe yên reha daxuyanî dan û gotin: “Heke em bêdeng bibin dê ji bîr bikin, heke em bibin yek dê bi ser kevin.”
Şaxa Sendîkaya Karkerên Petrol Kîmya Lastîkê ya Tirkiyeyê (Petrol-Îş) a Êlihê têkildarî krîza aborî û mafên xwe yên reha, li pêşiya Hevkariya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em nikarin debara xwe bikin” hate hilgirtin û beşdarna dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Em karker in, mafdar in, dê bi sre kevin”, “Bijî têkoşîna me ya birûmet”, “Bila destên dirêjî kedê dibin bişikên” û “Bi tena serê xwe xelasî nîne yan bi hev re yan tu kes ji me” hatin berzkirin.
Serokê Şaxa Petrol-Îşê ya Êlihê Lokman Akkuş di daxuyaniyê de got ku hikûmetê bi mehan tu pêşniyar neaniye ser maseyê û got: “Mercên debarê her roj zehmettir dibin. We em jinedîtî ve hatin. Em bi sebrekî mezin li benda çareseriyê man. Di dawiya dawî de weke lûtkfek be we teklîf pêşkeş kir. Ev teklîfa we, dev ji qebûlkirinê berde, tunehesibandina keda me ye.”
Di daxuyaniyê de Akkuş diyar kir ku pirsgirêkê bûye pirsgirêka herî dijwar a karkerên cemaweriyê û wiha qedand: “Em, hêza hilberînê ya vî welatî ne, bi hezaran karkerên cemaweriyê ne, keda me ya ku hûn jinedîtî ve tên, hîmê sereke ya xizmetên cemaweriyê ye. Bi şev û roj em di her şert û mercan de dixebitin û pergala cemaweriyê ji ber vê bêyî kêmasî dimeşe. Divê kesên me birêve dibin, şertên dewleta sosyal bicih bînin. Divê hikûmet di demeke herî nêz de heqê kedkaran bide û vê pêvajoyê bi çareseriyeke adilane biencam bike.”
Piştî axaftinê, çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Çalakî bi meşekê hat bidawîkirin.