* Par li Colemêrgê 230 kesan ji ber nexweşiyên hewayê qirêjî rê li ber vedikin jiyana xwe ji dest dabûn. Hevserokê Şaxa SES’a Colemêrgê Remzî Ozer diyar kir ku sedema hewayê qirêjî, bikaranîna komirê û talankirina xwezayê ye û got: “Ji bo pêşîlêgirtina vê divê hewldanek hebe.”
* Prof. Jorge Riechmann bi peyamekê piştgirî da pêvajoyê û got: "Gavên Abdullah Ocalan û PKK'ê avêtin, li herêmê rêya aştiyê vekirin."
* Welatiyên li Şirnexê tev li Hevdîtina Aştî û Civaka Demokratîk bûn anîn ziman ku ew dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe.
* Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê xwestin Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û gotin: "Diviyabû Rêbertî îro ne di girtîgehê de, li derve bi gel re bûya."
* Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûye ser mejiyê wî û li beşa çavdêriya awarte tê tedawîkirin dê were şopandin.
* Li Wanê dê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk û di çarçoveya Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk de bi gel re civîn were lidarxistin. (13.00)
* Bi boneya Hefteya Mafên Mirovan dê li Eywana Konferansê ya Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê panela "Mafên mirovan" bê lidarxistin. (13.00)
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li Edeneyê bi gel re bicive. (14.00)
* Rêxistinên girseyî yên demokratîk dê têkildarî mirina biguman a rojnameger Hakan Tosun daxuyaniyê bidin. (15.00)
