Jin dê pêşengtiya Înîsiyatîfa Yekitiyê bikin

  • jin
  • 09:05 11 Gulan 2025
  • |
img

AMED - Delegasyona jinan a ku di Înîsiyatîfa Yekitiyê ya li Amedê hatibû ragihandin de cih digire, diyar kir ku dê înîsiyatîfa wan têkildarî pêvajoyê û statuya gelê Kurd sûdewer be.  

Înîsiyatîfa Yekitiyê ku zêdetirî 9 meh bûn xebatên wê dihatin meşandin, duh li Amedê bi beşdariya delegasyonên ji gelek bajaran hate ragihandin. Delegasyonên Înîsiyatîfa Yekitiyê ku partiyên siyasî yên Kurdistanî, rûspiyên civakê, nûnerên saziyên bawerî û demokratîk û kesên hilbijartî tê de cih digirin, têkildarî armanca înîsiyatîfê axivîn. 
 
DIVÊ KURD BIBIN YEKDIL 
 
Ji delegasyona Înîsiyatîfa Yekitiyê Menîce Gulmez, xebatên ji bo Kurd yekî û tifaqa xwe ava bikni, ji bo di navbera xwe de aştiyane bijîn hatine meşandin bi bîr xist. Menîce Gulmez, got ku înîsiyatîf bi vê boneyê hatiye avakirin û ev tişt anî ziman: “Nêzî saleke xebatên wê dihatin meşanidn. Bi gelek kesan re hevdîtin hatin kirin. Piştî nîqaş û hevdîtinên demdirêj, biryara avakirina înîsiyatîfê hate dayin. Bi taybet jî ji bo Kurd di navbera xwe de bibin yek û bibin yekdil, ev înîsiyatîf girîng e. Hêvîdarim bigihije hedefên xwe û bibe wesîleya yekitiyê.” 
 
‘PÊŞENGTIYA JINAN GIRÎNG E’
 
Ji delegasyona înîsiyatîfê Ayşe Surucu jî got: “Dema em ji hêla jinan ve lê dinihêrin, yekitî û xwedîderketina Kurdan a li hev pir girîng e. Ji dîrokê ve Kurd rastî înkar û komkujiyan hatin. Kurdî tune hate hesibandin. Li Kurdistanê şerên mezin hatin kirin û gelê Kurd, dayikên Kurd êşên mezin kişandin. Bedela herî mezin jinan da. Heke yekitiya neteweyî çêbibe dê êşên jinan kêm bibin. Çawa ku heta niha jinan pêşengtiya têkoşînê kir, divê di Înîsiyatîfa Yekitiyê û di ‘yekitiya neteweyî’ de jî jinên Kurd pêşengtiyê bikin.” 
 
‘BILA YEKITÎ BIBE WESÎLEYA AŞTIYÊ’
 
Ayşe Surucu, bi bîr xist ku li Rojhilata Navîn Şerê Sêyemîn ê Cîhanê heye û wiha pê de çû: “Navenda vî şerî jî Kurdistan e. Ji bo statu û azadiya Kurdan, Înîsiyatîfa Yekitiyê girîng e. Banga birêz Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê pir girîng bû. Pêvajoyeke hêviyê dide heye. Hêvîdarin ev pêvajo û înîsiyatîf bi xwe re azadiya Kurdan bîne. Hêvîdarin înîsiyatîf, di çareseriya pirsgirêka Kurd, aştiyeke birûmet û statuya Kurdan bi roleke mezin rabe.” 
 
‘HÊVIYA ME TEVAN HEYE’
 
Ji endamên delegasyonê Ziynet Dînçer jî wiha got: “Ji bo jinan yekitî gelek girîng e. Di hemû şert û mercan de bedela herî giran jinan dan. Lewma aştî û yekitî girîng e. Lewma hêviya me tevan heye. Fikr û ramanên gel çi dibe bila bibe divê di hundirê vê de cih bibire û piştgiriyê bidin yekitiya Kurdan.” 
 
MA / Mujdat Can