Cenazeyê Tekîk dê îro bişînin Êlihê

  • rojane
  • 08:56 11 Gulan 2025
  • |
img

STENBOL - Cenazeyê Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk dê îro saet di 13.00’ê de bişînin Êlihê. 

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk, krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Tekîk ku rakiribûn Nexweşxaneya Siyamî Ersekê, tevî mudaxileyan jî nehata xelaskirin. Tekîk ku ev demek bû li Stenbolê bû, saet derdora 22.00’an aciz bû û li ser vê yekê rakirin nexweşxaneyê. Lê tevî mudaxileyan jî nehate xelaskirin. 
 
Piştî agahiya wefata Tekîk, malbata wî, wekîl, endam û rêveberên DEM Partiyê çûn nexweşxaneyê. 
 
Cenazeyê Tekîk dê îro saet di 13.00’ê de bi balafirê bişînin Êlihê û li wir bê definkirin.