Serokê Baroya Colemêrgê: PKK’ê tişta diket ser milê xwe kir, dora dewletê ye

  • rojane
  • 10:43 11 Gulan 2025
  • |
img

COLEMÊRG - Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan diyar kir ku tevî pêvajoya heyî jî tecrîda li ser Abdullah Ocalan didome û got: “Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin û mafê hêviyê bê cîbicîkirin.”  

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û PKK’ê jî di 9’ê Gulanê de ragihand ku wan Kongreya xwe ya 12’emîn di navbera 5-7’ê Gulanê de li dar xistiye. PKK’ê ragihand ku dê di demeke kin de encamên kongreyê bi raya giştî re parve bikin. Bangên ji bo dewlet gavan biavêje jî berdewam in. 
 
Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan, têkildarî tecrîda li Îmraliyê û mafê hêviyê axivî. 
 
‘PKK’Ê BANGA OCALAN ERÊ KIR’
 
Canan, diyar kir ku ew piştgiriyê didin pêvajoyê û destnîşan kir ku ev pêvajoye ji bo her kesên bi hêviya aştiyê dijîn û aştiyê diparêzin pêvajoyeke dîrokî ye. Canan, got: “Piştî daxuyaniya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, birêz Ocalan bangekî dîrokî kir. PKK’ê jî ev hewldana aştiyê û banga dîrokî erê kir. Ev pêvajo, ji bo welat qonaxeke diyarker e.” 
 
BAL KIŞAND SER ‘MAFÊ HÊVIYÊ’
 
Bi domdarî Canan bal kişand ser zemîna hiqûqî û siyasî ya ku Abdullah Ocalan di metna daxuyaniyê de qala wê dikir û wiha pê de çû: “Ji bo ev pêvajo bidome û bi ser keve, divê zemîna siyaseta demokratîk û hiqûqî bê avakirin. Bi aşkerayî hatiye gotin ku heke ev bên kirin dê pêvajo bigihije encamê. Aliyê Îmraliyê heta niha tiştên Tirkiyeyê dixwest pêk aniye. Birêz Bahçelî jî bi zelalî got ku ‘mafê hêviyê’ dikare bê cîbicîkirin. Bi aşkerayî got ku tecrîd dikare bê bidawîkirin. Ne tenê birêz Bahçelî, Tifaqa Cumhur jî xwedî nêrîneke wiha bû. Lê tevî vê jî hêj tu hewldan nehatine kirin.” 
 
TECRÎD DIDOME
 
Canan, bi lêv kir ku tecrîda li Îmraliyê hêj didome û ev tişt anî ziman: “Şande çûn lê nikare bi rêk û pêk bi malbat û parêzeran re hevdîtinan bike. Têkildarî ‘mafê hêviyê’ hêj tu pêşketin çênebûne. Biryara DMME’yê ya der heqê birêz Ocalan de li holê ye. Şandeya Îmraliyê di hevdîtina bi Wezareta Dadê re, mafê hêviyê û gelek mijarên din nîqaş kir. Lê hêj tu sererastkirin tune ne. Ev maf, mafên qanûnî û makezagonî ne. Lewma divê mafê hêviyê demildest bê cîbicîkirin. Wê demê dê pêvajo derbasî qonaxên cuda bibe. Niha pêşketin tune ne. Heke pêşemercan deynin pêşiya hev, li gorî min dê ev pêvajo jî ji ya 2013’an cudatir nebe. Bi cîbicîkirina mafê hêviyê û rakirina tecrîdê re li gorî min dê pêvajo ber bi aliyekî erênî ve pêş bikeve.” 
 
‘BILA TMK WERE RAKIRIN’
 
Di berdewamê de Canan bi lêv kir ku ew tevî her tiştî jî bihêvî ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mezintirîn astengiya li pêşiya pêvajoya aştiyê, Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) ye. Divê TMK bê guherandin nexwe dibe ku zirarê bide pêvajoyê. Divê bê guherandin û li gorî destûra bingehîn, hiqûq û mafên mirovan were amadekirin. Bi hezaran girtiyên siyasî hene û ji van gelek jê girtiyên nexweş in ku rewşa wan giran e. Bi guherîna TMK’ê re ev kes divê ji girtîgehê derkevin da ku wateya pêvajoyê hebe.” 
 
‘BERPIRSYARTÎ DIKEVE SER MILÊ HER KESÎ’
 
Canan, da zanîn ku berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê dewletê û axaftina xwe wiha qedand: “Em dixwazin êdî dayik negirîn. PKK’ê, tişta diket ser milê xwe bicih anî. Bi mafê hêviyê û guherandina qanûnan re divê dewlet gavekê biavêje. Divê dewlet û hikûmet ji bo domandina pêvajoyê gavan biavêjin. Bi keda birêz Sirri Sureyya Onder re jî zemîneke hevpar ê aştiya civakî hate avakirin. Divê ev pêvajo ji dest neyê dayin. Erk û berpirsyartiyên girîng dikevin ser milê me tevan. Ez careke din radigihînim ku ji bo serkeftina vê pêvajoyê çi bikeve ser milê me em amade ne pêk bînin.” 
 
MA / Mazlum Engîndenîz