Ji OHD’ê gotûbêja ‘Gorên Komî’: Divê em bi rastiyan re hevrû bibin

  • rojane
  • 16:23 11 Gulan 2025
  • |
img

AMED - Parêzer Muharrem Şahîn ku beşdarî gotûbêja OHD’ê ya “Gorên Komî” bû, wiha got: “Divê bi dewlet bi heqîqetê re hevrû bibe û bêhtir hestiyar tevbigere.” 

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê belgefîlma “Navên Min Newala Qesaban e” ku ji hêla parêzer Pelda Vesek Sandalci ve hatiye amadekirin pêşan da û bi mijara “Gorên Komî” gotûbêj li dar xist. Gotûbêj piştî pêşandana belgefîlmê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter, gelek parêzer û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn. 
 
Serokê Baroya Amedê yê berê parezêr Cîhan Aydin diyar kir ku tenê dema pêvajo dest pê dikin gorên komî tên bîra dewletê û got: “Mixabin, siyasetmedar tenê gava aştî hebê vê yekê dikin rojev. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyekê dest pê kir. Hêvîdarin ev pêvajo bi erênî bi encam bibe. Divê berî her tiştî em ji bo gorên komî xebatan bikin.” 
 
‘DIVÊ EM BI RASTIYAN RE HEVRÛ BIBIN’ 
 
Parêzer Muharrem Şahîn jî da zanîn ku heke îro bikarin biaxivin, ev bi xêra wan kesên hatine kuştin e û ev tişt anî ziman: “Endamên JÎTEM, polis û endamên MHP’ê bûn sedemên van bûyeran. Her çend ev mijar bi xweşiya me neçin jî, rastiya me ne. Dibêjin ya ‘dewletê çi kiriye?’ Dewletê çi tiştê bikariya bike tevek kir. Bombebarankirina goristanan tenê li vir hatiye kirin. Lewma divê em bi rastiyê re hevrû bibin. Di dema avakirina vî welatî de 7 hezar kes hatin kuştin. Lê ji avakirina komarê heta niha herî kêm 100 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Divê em bi vê rastiyê re hevrû bibin û bêhtir hestiyar tevbigerin. Dema derfetên me kêm em bêhtir bihestiyar bûn û her ku derfetên me zêde bûn, ev hestiyariya me hinek guherî. Hêvîdarim ev rewş veguhera aştiya civakî.” 
 
Herî dawî Pelda Vesek Sandalci li ser belgeselê agahî da û got: “Hêvîdarim edalet pêk bê û heqîqet derkeve holê.”