Nêçîrvan Barzanî: Biryareke dîrokî ye

  • rojane
  • 13:19 12 Gulan 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî têkildarî biryarên PKK'ê d’xuyaniyek da û got ku rûpeleke dîrokî hatiye vekirin. 

Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî têkildarî biryara xwefesixkirinê ya PKK’ê peyamek belav kir. Barzanî got ku ew piştgiriyê didin biriyara xwefesixkirinê û danîna çekan û ev biryar dê rûpeleke nû li herêmê veke.
 
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:“Em piştgiriyê didin biryara PKK’ê ya xwefesixkirin û danîna çekan û guhdana wê ya banga birêz Ocalan dikin û wê wekî gaveke çarenûsî dibînin ku rûpeleke nû li herêmê vedike. Ev gav nîşana pêgihiştina siyasî ye û rê ji diyalogeke rastîn re vedike ku bihevrejiyanê û aramiyê li Tirkiye û seranserê herêmê xurt dike.
 
EM JI BO ALÎKARÎDAYÎNÊ AMADE NE 
 
Niha dema wê ye û çavên hemûyan lê ye ku ev gava girîng bi gavên din ên erênî û pêwîst ên hemû aliyên têkildar bê bersivdan. Ev zemîneke rast û dirust tîne holê û dibe bingeha aştiyeke mayînde û tevahî ku dawiyê li dehan salên tundî, êş û janan tîne û herêmê ber bi asoyeke nû ya bipêşketinê ve dibe. Her wiha em hemû amadebûna xwe diyar dikin ji bo berdewamiya pêşkêşkirina hemû awayên alîkarî û hevkariyê ji bona serkeftina vê derfeta dîrokî.”