Serekşêwirmendê Serokkomar: Dê reformên berfireh bên kirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Serekşêwirmendê Serokkomar Mehmet Uçum piştî biryarên kongreya PKK’ê hatin ragihandin daxuyanî da û got: “Dê di mijara demokrasî û hiqûqê de reformên berfireh bên kirin.” 

Piştî banga dîrokî ya 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK’ê Kongreya 12’emîn civand û biryarên dîrokî da. Biryarên kongreya PKK’ê, bû rojeva sereke ya siyaseta Tirkiye û dinyayê. Serekşêwirmendê Serokkomar Tayyîp Erdogan Mehmet Uçum jî têkildarî biryaran li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal X’ê daxuyanî da. 
 
Uçum, destnîşan kir ku dê reformên berfireh bên kirin û got: “Serdema nû dê ji her alî ve Tirkiyeyê bihêz bike. Her kes qebûl dike ku dê di mijara demokrasî û hiqûqê de reformên berfireh bên kirin û derbasî qonaxa şênberbûna hiqûqa neteweyî û niştimanperwer. Weke ku tê dîtin, pêvajoya me ya bi rizgariyê dest pê kir û bi ragihandina komarê re hate tescîlkirin, piştî derbasbûna pêvajoya ‘Tirkiyeya bêteror’, di serî de di destûra bingehîn de dê bi reformên berfireh bê temamkirin. Bi vê yekê re dê pêvajoya avakirinê temam bibe û sedsala duyemîn a Tirkiyeyê dê ji bo cîbicîkirina hedefên xwe bêyî astengî û xurtir bidomîne.”