Li berpalên Çiyayê Gilîdaxê dema gîhadirûnê

ÎDIR - Bi germbûna hewayê ve dema gîhadirûnê ya li berpalên Çiyayê Gilîdaxê yên aliyê Îdîrê dest pê kir. 
 
Li Serhed a ku demsala wê ya biharê dirêje, bi germbûna hewayê ve dema gîhadirûnê dest pê kir. Welatiyên ku bi tirpanê, bi makîneya gîhadirûnê û bi motoran ve dest bi gîhadirûnê kirin diyar kirin ku hişkesaliya îsal bandoreke neyînî li wan kiriye. 
 
Welatiyê bi navê Cîhangîr Olgûn (70) ê ku li gundê Qevax ê Îdîrê dijî, gîhayê mêrga xwe ya 10 donim dirû. Olgûn, got: “Ez bi sewalkariyê debara xwe dikim. Di zivistanê de ji bo alifdayîna sewalan gîha kom dikin. Îsal ji ber kêmbarîna baranê gîha kêm e. A rast gîhayê em diçînin ne hêjayî lêçûnê ye lêbelê em pê sebra xwe tînin. Heta vî emrê min, me mêrgên xwe çiniye. Niha jî em dibêjin bila vala neçe.”  
 
DASÎ, ÇAKÇAK, ÇAWREŞ, QÎÇIK
 
Olgûn, diyar kir ku li berpalên Çiyayê Gilîdaxê gîhayê Dasî, Çakçak, Çawreş û Qîçik şîn tên û ev gîha ji bo sewalan pir baş in. Olgûn, destnîşan kir ku toneke ardû 12 hezar TL ye û lêçûnên bo ceh û alif jî serê sewalekî 12 hezar TL diçe. Olgûn, rave kir ku ji bo çinîna mêrga xwe ya 10 donim kedkar kire girtî û lêçûna gîha tevî patozê 20 hezar TL xerç kirî. 
 
ROJANE 25-30 DONIM MÊRG DIÇÎNIN
 
Mehmet Çelîk (37) ê ku ji Bazîda Agirî hatiye û bi makîneya gîhadirûnê ve mêrgan diçine diyar kir ku li vê herêmê mehên Hezîran û Tîrmehê dema gîhadirûnê ye. Çelîk, rave kir ku ew gund bi gund digerin û mêrgên welatiyan diçînin û got: “Em danê sibê zû dest bikar dikin. Mêrgên ku em biçînin em li gorî doniman hisab dikin û serê donimê 150 TL ye.” 
 
Çelîk, destnîşan kir ku kedkarekî rojane 25-30 donimî diçîne û wiha axivî: “Her tişt zêde biha ye. Serê donimekî em lîtreyekî benzin xerç dikin. Bihayê benzînê zêde bûye. Li herêma me erda wê bikevir e ji ber wê parçeyên makîneyên me her tim dişkin. Bihayê parçeyên makîneyan her roj zêde dibe. Pereyê ku em li vir qezenc dikin, roj bi roj bêqîmet dibe.”
 
MA / Omer Akin