Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e 2025-12-29 09:09:17 AMED - Nivîskar Mehmet Karakuş diyar kir ku "entegrasyona" ku bi pêşniyara Abdullah Ocalan ketiye rojeva siyaset û civakê, dikare bibe xwedî naverokeke negatîf an jî pozîtîf û got: "Entegrasyona pozîtîf ji bo pergala rêveberiya xweser, federasyon û konfederal guncav e." Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk, çareseriya pirsgirêka Kurd bi modela "entegrasyona demokratîk" kete rojeva raya giştî. Di nîqaşên li ser bingeha "entegrasyonê" de ev nêrîn derket pêş; di "entegrasyona demokratîk" de parastin û pêşxistina pêkhateyên cuda dibin bingeha siyasî û hiqûqî lê "entegrasyona negatîf" rasterast "bişaftinê" wekî armanc datîne pêşiya xwe. Têgeha "entegrasyona demokratîk" di çarçoveya pêvajoyê de kete rojeva Komîsyona Meclisê jî. Tevî ku hîn zelal nebûne ka Komîsyon dê vê pêşniyara qanûnî çawa binirxîne, Abdullah Ocalan di vê mijarê de sê sernavên bingehîn rêz kir; "Qanûna Hemwelatiya Azad", "Qanûnên Azadiyê" û "Qanûnên Aştî û Civaka Demokratîk".   Nivîskar Mehmet Karakuş wateya entegrasyonê, şêwazên wê, çarçoveya qanûnan û sepana rêgezên Abdullah Ocalan nirxand. Karakuş rave kir ku ev têgeha di koka xwe de Latînî ye, dikare hem bi wateyeke pozîtîf hem jî negatîf bê bikaranîn. Li gorî Karakuş, entegrasyona negatîf ji bo gelan tê wateya înkarkirina nirxên çandî, folklorî, paşxaneya dîrokî û rengan û helîna di nav pergala serdest de. Karakuş bal kişand ku ji sala 1924’an û vir ve ev têgeh bi wateyeke negatîf hatiye bikaranîn û ev yek bûye sedem ku pirsgirêk hîn kûrtir bibe wiha axivî: "Ya ku em dixwazin entegrasyona pozîtîf e. Entegrasyona pozîtîf ji bo pergalên xweserî, federasyon û konfederal guncav e. Di entegrasyona demokratîk de gel bi nasname, ziman, kevneşopî û bi taybetmendiyên xwe yên folklorî ve, wekî hêzeke birêxistinkirî di nav komara demokratîk de bibe yek û bijî. Bingeha vê jî neteweya demokratîk e. Neteweya demokratîk, jiyana hevbeş û demokratîk a hemû nasname, çand û baweriyên vê erdnîgariyê ye. Avakirina pergaleke pirçandî, pirzimanî û pirbawerî ye. Demokratîkbûna wê nîşan dide ku ev pergal hewceyî birêxistinkirina dewlet û desthilatê nîne û li derveyî wê, rêxistinbûna civakê pêş dixe. Jixwe entegrasyona demokratîk, nêzîkatiyeke li gora neteweya demokratîk e."   ENTEGRASYONA HIQÛQÎ   Karakuş destnîşan kir ku gava yekem a entegrasyona demokratîk "entegrasyona hiqûqî" ye û ev yek jî bi guncavkirina qanûnan li gorî destûra bingehîn a demokratîk pêkan e. Karakuş anî ziman ku her çend bendewariya destûra bingehîn a demokratîk ji dewletê zehmet be jî, wekî destpêk dikare di xala 42’an de (ya ku ji bilî Tirkî tu zimanî wekî zimanê perwerdehiyê qebûl nake) û xala 66’an de (ya ku hemwelatiyê pênase dike) guhertin werin kirin. Herwiha Karakuş diyar kir ku ev yek dê bi pênaseya Abdullah Ocalan a hemwelatiyê azad re jî lihevhatî be û ev yek dê rê li ber rastiyekê veke ku hemû pêkhate, nasname û baweriyan dihewîne.   'DIVÊ AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO BÊ MISOGERKIRIN'   Karakuş diyar kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê "qanûnên azadiyê" werin derxistin û wiha pê de çû: "Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin. Ev yek dê bibe sedema baweriya gel û pêşveçûna pêvajoyê. Di heman demê de divê hevalên di girtîgehan de werin berdan. Divê ev yek ne bi efûyê be, qanûneke taybet dikare were derxistin. Di encamê de divê di nav vê hiqûqê de hiqûqa Kurd jî hebe. Herwiha, Tirkiyeyê îmze avêtiye binê Peymana Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê, lê hinek astengî danîne. Bi rakirina van asteniyan pêvajo dikare bi pêş bikeve. Dîsa, di destura bingehîn de hin mafên demokratîk hene ku bi hevokên 'lê belê' hatine valaderxistin. Verastkirina van dê bibin gavekî girîng ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê. Lewra bêyî demokrasiyê pirsgirêka Kurd, bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd jî demokrasî pêk nayê."   SIYASETA DEMOKRATÎK   Karakuş bal kişand ku bi gava hiqûqî re dê rêya siyaseta demokratîk jî vebibe û got ku divê siyaset ji bin siya bêqanûniyê derkeve û bibe xwedî statuyeke qanûnî. Karakuş destnîşan kir ku li şûna navendîbûnê, divê rêveberiya xwecihî bibe esas û wiha dirêjî da axaftilna xwe: "Ne tenê li Kurdistanê, li seranserê Tirkiyeyê divê perspektîfa xweserî û rêveberiya xwecihî serdest bibe. Çareseriya her tiştî ji navendê zehmet e. Navend dikare di dîplomasî, parastina giştî û aboriya makro de rol bigire, lê mijarên wekî aboriya xwecihî, tenduristî, perwerde, ekolojî, jin, parastina cewherî û asayîş divê xwecihî bin û bi tevlibûna rasterast a gel werin çareserkirin. Di entegrasyona siyasî de, divê rêveberiya xweser bibe esas."   SÊ RÊGEZÊN QANÛNÊN ENTEGRASYONÊ   Karakuş bal kişand ser her sê rêgezên ku Abdullah Ocalan di çarçoveya qanûnên entegrasyonê de pêşkêş kirine û wiha got: "Ya yekem Qanûnên Azadiyê ye. Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin, hevalên di girtîgehê de bi qanûneke taybet –ne bi efûyê– werin berdan û rêya tevlibûna wan a siyaseta demokratîk were vekirin. Ya din Hemwelatiya Azad e. Têgeha hemwelatiya azad têgeheke destura bingehîn e. Ji ber wê jî, heke di destûra bingehîn de pênaseya hemwelatiyê biguhere, jixwe hemwelatiya azad jî li gorî vê guhertina destûra bingehîn bi fonksiyon dibe. Ya din jî Qanûnên Aştî û Civaka Demokratîk e. Aşitiya ku em dixwazin ne aştiyeke negatîf e. Em ne alîgirê entegrasyoneke negatîf in û em ne alîgirê aştiyeke negatîf jî ne. Lewra aştiya negatîf tenê danîna çekan û rawestandina şer e, çaresernekirina pirsgirêkê ye, berdewamkirina pirsgirêkê ya li ser bingeha polîtîkayên red û înkarê ye. Em aştiyeke wisa naxwazin, em aştiyeke pozîtîf dixwazin. Em aştiyeke ku rêya çareseriya pirsgirêka Kurd vebike û entegrasyona hiqûqî, siyasî û civakî dabîn bike dixwazin. Ji bo civaka demokratîk jî divê hemû beş bi awayekî demokratîk xwe birêxistin bikin. Divê her Kurdek xwe birêxistin bike û xwe bi sazî û dezgehan îfade bike."   Karakuş diyar kir ku bicihanîna biryara binpêkirina "mafê hêviyê" ya ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) der barê Abdullah Ocalan de daye jî dikare di çarçoveya "Qanûnên Azadiyê" de pêk were. Karakuş bi bîr xist ku AKP û MHP'ê di raporên ku pêşkêşî Komîsyona Meclisê kirine de behsa vê mijarê nekirine û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Bi van nêzîkatiyan ev pirsgirêk nayên çareserkirin. Berî her tiştî demokrasî û pirsgirêka Kurd ji hev nayên veqetandin. Perspektîfeke ku yekkirina demokrasî û pirsgirêka Kurd bi hev re hewce ye. Di nav vê de jî divê berî her tiştî 'mafê hêviyê' were cîbicîkirin û mafên azadiyê yên ku xwe di valakirina girtîgehan de îfade dikin bên misogerkirin."   MA / Rûkiye Payîz Adiguzel