'Bila ji bo herêma me jî destûra çandina kinfê bê dayîn'
- aborî-ked
- 09:16 22/2/2019
Li 19 bajaran destûra çandina kinfê (kenewîrê) hat dayîn, lê belê li bajarên herêmê destûra çandina kinfê nehat dayîn. Serokê Şaxa Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Abdûssamed Kocaman, bertek nîşanî vê biryarê da û diyar kir ku eger li bajarên herêmê destûr bê dayîn wê ev yek çandina kinfê ya ji bo narkotîkî tê çandin kêm bike.
