Bi sed hezaran kes li qadên 1’ê Gulanê ne
- aborî-ked
- 11:38 01
Bi sed hezaran karker û kedkar li gelek bajaran herikîn qadên 1’ê Gulanê.
Bi sed hezaran karker û kedkar li gelek bajaran herikîn qadên 1’ê Gulanê.
Ji bo mitînga 1’ê Gulanê ku dê li Qada Rihtimê ya Kadikoyê were lidarxistin, girse li du noqteyan kom dibin. Kedkaran, dirûşma “Ked, aştî û demokrasî” berz kirin û li benda saeta meşê ne.
Şandeya DÎSK’ê tacegul danî Qada Taksîmê ku hatiye qedexekirin û niha di dorpêça polîsan de ye.
Li bajarê herî mezin ê Kurdistanê Dîlokê karkerên ji bo kar li kêlekên rêyan dısekının diyar kirin ku ew ê 1’ê Gulanê bi xebatê derbas bikin û gotın ku pêwîstî tiştî bi mirov dide kirin.
Li dijî cezayê hepsa malê yê li endamên MYK'ê yên Egîtîm Sen'ê hatibû birîn boykot hatibûn destpêkirin. Ji qada navneteweyî ji bo kampanyaya hatiye destpêkirin piştgirî hat.
Sendîka û rêxistinên girseyî yên demokratîk ku amadekariyên xwe yên 1’ê Gulanê didomînin, bang li her kesî kirin ku sibe tev li çalakiyên 1’ê Gulanê bibin.
Bernameya 1’ê Gulanê ya Stenbolê ku dê li Qada Rihtimê ya Kadikoyê were lidarxistin, diyar bû.
Amadekariyên 1’ê Gulanê yên li bajarên Çukurovayê temam bûn. HDK û DEM Partiyiyan banga “Li dijî krîz, faşîzm û kedxwariyê em dakevin qadan” kirin.
Rêxistinên pîşeyî û konfederasyonên sendîkayan kesên di 1’ê Gulana 1977’an de hatin qetilkirin bi bîr anîn. Di çalakiyê de ji bo aştiyê banga daketina qadên 1’ê Gulanê hate kirin.
Li gorî daneyên meha Adarê yên TUÎK’ê, bêkarî kêm bû.
Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar diyar kir ku ew ê bi dirûşma “Civaka demokratîk” li qadan bin û got: “Li dijî bêkarî, şer û tecrîdê em ê bi daxwaza aştî û azadiyê li qadan bin.”
Li gelek bajaran têkildarî 1’ê Gulanê daxuyanî hatin dayin û banga tevlibûnê li karker û kedkaran hate kirin.
Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê ragihandin ku di nava 12 salên dawî de herî kêm 764 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane û banga “Ji pêşeroja zarokan nexwin” kirin.
Hevberdevkê Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê Mehmet Bozgeyîk diyar kir ku avakirina civaka demokratîk ji bo bindestan peywireke û xwest her kes bi coşa Newrozê beşdarî 1’ê Gulanê bibe.
Rêxistinên kedê yên kuli Eskîşehîr û Konyayê amadekariyên 1'ê Gulanê didomînin, hemû karker vexwendin qadan.