Gelên Îranê bi biryar in ku riya ji Înkilabê diçe Azadiyê vekin!
- analîz
- 09:02 02/12/2022
Li her bajarekî Îranê, bi navên Înkilab û Azadî meydan hene. Di 43 salan de ji bo ku gel, ji Meydana Înkilabê bigihîje Meydana Azadiyê bi hezaran welatî hatin kuştin û bidarvekirin. Lê gelên Îranê dibêjin ku ev car bi biryar in wê riya xitimiye vekin.