Pêngava duyemîn a komployê berdewama tecrîdê ye Parêzer Yurekli: Sekna Ocalan a 22 salan polîtîkayên tecrîdê pûç dike
- analîz
- 12:21 12/2/2021
Bi derxistina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê û radestkirina Tirkiyeyê, komploya li dijî Ocalan dest pê kir û bi girtina Ocalan û tecrîdkirina li Girava Îmraliyê ya 22 salan koplo didome. Parêzerê Ocalan Prz. Cengîz Yureklî, diyar kir ku ji ber tecrîdkirina Ocalan di qada siyasî, aborî, tenduristî û gelek qadên din ên jiyanê de qeyran kûr dibe û wiha got: "Bi tecrîdê dixwaze Ocalan teslîm bigirin. Lê sekna Ocalan a 22 salan ev polîtikayên tecrîdê pûç kiriye."