Talana ekolojiyê: Dibe ku di demek nêzîk de Şirnex bibe erdekî bêdar û daristan
- ekolojî
- 09:00 17/8/2024
Hevserokê Komeleya Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram, diyar kir ku Şirnex ji bo talankirina xwezayê bi taybet hatiyê hilbijartin û got: "Li Şirnexê bi birîna daran ji sedî 8 qadên daristanê kêm bûne. Birîna daran her roj didome. Dibe ku Şirnex di demeke nêzîk de bibe erdekî bêdar û daristan."