AMED - Di doza rojnameger Îsmaîl Çoban de biryar hate dayin ku dosya ji bo amadekirina mutalaayê ji dozgeriyê re bê şandin.
Danişîna 40’emîn a doza Midûrê Karê Nivîsan a Azadiya Welat (bi KHK’ê hatibû girtin) Îsmaîl Çoban ku bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê”, “Xerakirina mohrê” û “muxalefeta li dijî qanûna hejmar 2911’ê” tê darizandin, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Çoban ku negirtî tê darizandin, tev li danişînê nebû lê parêzerê wî Resûl Tamûr amade bû.
Dadgehê biryar da ku dosya ji bo amadekirina mutalaayê ji dozgeriyê re were şandin. Danişîna dozê taloqî 30’ê Îlonê hate kirin.