ŞIRNEX - Dayika Haci Lokman ê ku bi maşîneya zirxkirî ve hatibû kişkişandin Nazîre Bîrlîk, got: “Heta gotinên Abdullah Ocalan cihbicî nebe aştî pêknayê. Em dixwazin li ser axa xwe azad bijîn.”
Dayika Haci Lokman Bîrlîk ê ku li Şirnexê wexta qedexeyên derketina derve de di 3 Cotmeha 2015’an de bi maşineya zirxkirî ve hatibû kişkişandin û qetilkrin, Nezîre Bîrlîk li ser geşedanên piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rû dane axivî. Dayika Nezîre Bîrlîk, destnîşan kir ku ger daxwazên gelê Kurd pêkwere dê aştiyeke mayinde pêk bê.
‘DIVÊ ZIMAN Û NASNAMEYA ME AZAD BE’
Nezîre Bîrlîkê diyar kir ku ger dewlet daxwazên gele Kurd ên heq bicih bîne dê wê wextê bi samimiyeta dewletê bawer be û wiha di axaftina xwe dewam kir: “Dibêjin ‘em ê aştiyê pêkbînin’. Dê aştî li ser çî çêbe? Daxwazên vî gelî hene. Di girtîgehan de gelek girtî hene, ewqas mirov canê xwe dan, ewqas gund hatin şewitandin û xerakirin. Ev berdêlana hewante bû? Heta gotinên Rêzdar Abdullah Ocalan bicih neyên aştî filan pêknayê. Em ji dewletê bawernakin. Divê daxwazin Kurdan bicih bê; a yekemin divê girtiyên siyasî bên berdan, ku gerîla çeka xwe danîn û hatin divê ji bo wan merc bê avakirin. Divê ziman û nasnameya vî gelî azad be.”
Nezîre Bîrlîk rave kir ku “em jixwe li ser axa xwe ne, çavê me ne di ax û ava kesê de ye” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wek her candarekî em dixwazin li ser vê axê azad bijîn. Bêyî tirs, metirsî, binçavkirin, girtin an mirin em dixwazin bijîn. Ger pêvajo wiha bidome em ê ji samimiyeta wan bawer bikin. Ger vana pêkneyê û tenê ‘gerîla çek danî, em lihev hatin û xilas’ wiha siyasetê bikin em vê yeke qebûl nakin. Bi hezaran zarên vî gelî di uxira vê têkoşînê de can dan. Em tevî tiştên bi me dane jiyandin jî dîsa dibêjin aştî.”
‘EV ŞANSA DAWÎN E’
Nezîre Bîrlîkê wiha berdewam kir: “Ewqas xwîn li dijî neheqî û bêhiqûqiyê hate rijandin. Ji bo biratiyê, ji bo hemwelatiyek wekhev, ji bo girtin çênebe berdel hatin dayîn. Bila heqê vî gelî biidn. Hate serê min; lê bila neyê serê birayê min, bûka min, kurê min an cîranê min.
Nezîre Bîrlîkê, bal kişand ser rola dayikan a di pêvajoyê de û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelê Kurd, di destpêka vê têkoşînê de heta niha bi Rêzdar Ocalan re heman dazwazê dikin. Ev cara dawîn, firsenda dawîn e. Ji bo vê divê hemû dayik berpisiyarî bigrin û bibêjin ‘dilê min şewitî, bila ya kesê neşewite’. Temenê dinê ne bi qasî jiyana me ye.”
MA / Zeynep Durgut