NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya tenduristiyê ya Îtalyan ku dixwest biçe serdana Şengal û Mexmûrê, ji hêla hêzên Iraqê ve hate astengkirin.
Şandeyeke Îtalî ku ji bijîşk û kesayetên xêrxwaz pêk tê, hate serdana Iraqê. Şandeyê, xwest alîkariyê pêşkêşî penaberên Mexmûrê û Şengalê bike lê belê ji hêla hêzên Iraqê ve hate astengkirin. Şandeya ku di 18’ê Gulanê de li Mexmûrê hate astengkirin, xwest biçe serdana Şengalê lê li Telaferê hate astengkirin û li Mûsilê hatin ragirtin. Lê şandeyê piştî hewldanên mezin derbasî Şengalê bû. Şande, îcar jî li bajaroka Sinûnê hate astengkirin û paşvegerandin.
Desteya Tendûristiyê ya Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî mijarê bi Rojnewsê re axivî û got ku şandeya Îtalî di sala 2023’yan de jî serdana Şengalê kiribû û hinek projeyên tendûristî û cuda pêş xistibû. Desteya Tendûristiyê da zanîn ku projeyên bijîşkan ji bo dabînkirina xizmetên tendûristiyê û hinek projeyên din kar dike, dixwest bi vê serdanê hem projeyên berê bişopîne, hem jî li gorî pêwîstiyan hinek projeyên nû pêş bixe. Lê ji ber astengiyên hêzên Iraqê nekarîne projeyên xwe yên nû li Şengalê pêş bixin.