ENQERE - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got: “Meclis êdî di qonaxa avêtina gavan de ye. Avakirina komîsyonê êdî peywira me ya sereke ye.”
Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê axivî. Temellî, di serî de bal kişand ser şerê Îsraîl û Îranê û banga sekinandina şer kir. Temellî, got ku çareseriya şer û aloziya li herêmê, civaka demokratîk û aştiya topyekûn e.
BANGA ABDULLAH OCALAN
Temellî, bi domdarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got: “Ev manîfestoyek e. Aştiya bi Kurdan re ya li Tirkiyeyê dê bandorê li aştiya herêmê jî bike. Heke meseleya Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin, heke aştiyeke mayinde were avakirin, ev yek girêdayî rewşa li vir e. Rizgariya gelên Filistînê jî ya gelên din jî ji vir derbas dibe. Nexwe bi rejîmên otorîret ên weke Îran û Îsraîlê nabe. Tirkiyeyê demekê dirêj di polîtîkaya derve de xeletî kir û xuyaye ku rîsk mezin bûne. Tekane hêza me ya li dijî van rîskan jî aştî ye, Tirkiyeya demokratîk û civaka demokratîk e. Em careke din bang li gelên Tirkiye û gelên wê dikin; werin piştgiriyê bidin vê banga civaka demokratîk û têkoşîna aştiya mayinde.”
‘PEYWIRA DESTPÊKÊ AVAKIRINA KOMÎSYONÊ YE’
Bi domdarî Temellî bal kişand ser nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û anî ziman ku divê Meclis di vê mijarê de rol bigire. Temellî, got: “Birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de bang kir û PKK’ê di 12’ê Gulanê de xwe fesix kir û çek berda. Lê piştre tiştek neguherî. Ji bo gavên piştre bên avêtin, êdî dema wê ye ku înîsiyatîfê li xwe bigirin û gavan biavêjin. Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş got ku dê înîsiyatîfê li xwe bigire. Divê tavilê bikeve nava tevgerê û divê ji bo çareseriya meseleyê komîsyona meclisê bikeve meriyetê. Hema hema temamiya partiyên li Meclisê vê komîsyonê erênî dibînin. Wê demê divê em gel hev û komîsyona ku dê weke navnîşan were nîşandan, bikeve meriyetê. Ev, peywira me ya esasî ye. Ya dikeve ser milê me jî avêtina vê gavê ye.”
Temellî, got ku çareseriya pirsgirêka Kurd dê bandorê li Rojhilata Navîn jî bike û pêşî li Îsraîlê jî were girtin. Temellî, bi lêv kir ku divê Meclis êdî gavan biavêje û bang li Kurtulmuş kir ku tavilê xebatan bide destpêkirin, wan vexwîne û komîsyoneke ku ji hêla her kesî vê tê qebûlkirin ava bike.
GIRTÎGEHÊN BOLU Û KARABUKÊ
Bi domdarî Temellî bertek nîşanî neberdana girtiyên siyasî û nexweş da û got: “Em li vir qala aştiya civakî dikin, em qala avêtina gavan dikin lê li kiriyarên li girtîgehan binêrin. Li sepanên îdareyên girtîgehên Bolu û Karabukê binêrin. Rêbazên îşkenceyê û xespkirina mafan li wir di meriyetê de ne. Midûrên van girtîgehan ne wezîran guhdar dikin, ne serokkomar ne jî tu rayedaran. Li gorî serê xwe tevdigerin. Her cureyên îşkencekirinê ji xwe re maf dibînin.”
PÊŞNIYARQANÛNA HEVPAR A MUXALEFETÊ
Temellî, di berdewamê de bal kişand ser krîza aborî û got ku bi rêya zem û bacan dahata xizanan tê dizîn. Temellî, got: “Ez li vir giliyê serokê TUÎK’ê dikim. Bi destê TUÎK’ê dizî tê kirin û serokê TUÎK’ê hêj vî sûcî dike.” Temellî, bi lêv kir ku tekane hêza li dijî pergala şêlandin û diziyê, têkoşîna rêxistinkirî ye.
SERLÊDANA JI BO HEVDÎTINA BI ÎMAMOGLÛ RE
Temellî, piştre jî pirsên rojnamegeran bersivand. Temellî, da zanîn ku Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ji bo serdana Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû serî li Wezareta Dadê dane û dixwazin di roja pêncşemê de biçin serdanê. Temellî, got ku bersiv hêj nehatiye dayin.