NAVENDA NÛÇEYAN - Dema artêşa Îsraîlê tesîsên nukleerî yên li Îranê bombebaran dikir, nexweşxaneyek bû hedefa fuzeyan. Îsraîlê ferman da ku êriş bên zêdekirin.
Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de di roja 7’an de didome. Êrişên Îsraîlê di tevahiya şevê de domiyan û Îranê jî bi dehan fuze avêt Îsraîlê. Ji ber êrişa bi fuzeyan, li gelek herêmên Îsraîlê banga hişyariyê hate kirin û xelkê herêmê ji bo demekî kin xwe spartin stargehan. Li gorî medyaya Îsraîlê, di êrişan de 3 jê rewşa wan giran bi giştî 65 kes birîndar bûn. Nexweşxaneya Soroka ya li Beershevayê jî ji êrişên Îranê bibandor bû.
ÎSRAÎLÊ FERMANA ZÊDEKIRINA ÊRIŞAN DA
Li gorî nûçeya IRNA’yê ya Îranê, di pêla êrişan a dawî de biryargeha îstîxbarata Îsraîlê û baregeha leşkerî ya artêşa Îsraîlê ya li nêzî Nexweşxaneya Sorokayê hedef hatin girtin.
Di êrişê de nêzî 100 kes birîndar bûn û rayedarên nexweşxaneyê gotin “Xesareke cidî çêbû.” Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Katz, got: “Dîktatorê tirsonek ê Îranê nexweşxane û malên li îsraîlê bi zanebûn hedef digire. Ev, sûcên herî giran ên şer in. Dê Hamaney ji ber van sûcên xwe hesabê bide. Tevî Serokwezîr (Binyamin Netanyahu) me ji bo tunekirina gefên li dijî Dewleta Îsraîlê û ji bo hejandina rejîma Ayetullah, ferman da ku hedefên stratejîk ên li Îranê û binesaziya li Tehranê bi dijwarî hedef bên girtin.”
Netanyahu, li ser hesaba xwe ya X’ê got: “Dîktatorên terorîst ên Îranî, fuze avetin Nexwşxaneya Soroka ya li Beershevayê û sivîlan. Em ê bedelekî giran bi zordestên li Tehranê bidin.”
‘DEMA REŞKIRINA TEHRANÊ HAT’
Wezîrê Veguhestinê yê Îsraîlê Miri Regev jî piştî êrişa Îranê ya danê sibehê got: “Dema tarîkirina Tehranê hatiye.” Regev, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal got ku ew ê êrişên li dijî Îranê bidomînin.
GELO DÊ DYA DAXIL BIBE?
Li gorî nûçeya Wall Street Journalê, Serokê DYA’yê Donald Trump, planên êrişê yên DYA’yê yên li dijî Îranê erê kir. Hat îdiakirin ku Trump li Odeya Rewşê bi şêwirmendên xwe re civiyaye û fermana xwe ya dawî ji bo hîn bibe ka Tehranê dev ji biryara xwe ya bernameya nukleerê berdaye yan na, taloq kiriye. Li gorî nûçeya Bloombergê jî dibe ku DYA di dawiya hefteyê de êrişî Îranê bike. Lê hêj jî îşareteke zelal a Trump daxilî şerê Îran-Îsraîlê bibe zelal nîne.
RÛSYAYÊ DAXUYANÎ DA
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov jî diyar kir ku mudaxileyeke DYA’yê ya şerê Îsraîl-Îranê dê rê li ber “şerekî dijwar veke.”
Bombebaranên her du welatan jî hêj berdewam in.