STENBOL - DFG û MKG’ê rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku ji hêla Tirkiyeyê ve hatibûn qetilkirin bi bîr anî û got: “Em ê ne dev ji pirsîna hesabê qetilkirina hevalên xwe ne jî dev ji rojnamegeriya bo heqîqetê berdin.”
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku dema geşedanên li Bendava Tişrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin ji hêla Tirkiyeyê ve bi SÎHA’yan ve hatibûn qetilkirin, di salvegera qetilkirina wan de bi bîr anî. Komeleyan, bi vê boneyê li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ya li Beyoglûyê daxuyanî da. Rojnameger, parastvanên mafan û gelek kes tev li bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyên Daştan û Cîhan Bîlgînê û pankarta “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hatin hilgirtin. Beşdaran dirûşmên “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” û “Nazim û Cîhan nemir in” berz kir.
Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Saliha Aras di bîranînê de axivî û got: “Hevalên me, li dijî propagandaya şerê taybet a par bûn dengê berxwedanê lewma bi SÎHA’yan hatin qetilkirin.” Bi domdarî Saliha Arasê got ku piştî qetilkirina Gulistan Tara û Hêro Bahadînê, îcar jî xebera qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê girtin û got: “Kesên ew qetil kirin, wê rojê îdia kirin ku hevalên me ne rojnameger in. Lê wekî me her kes dizan e ku hevalên me rojnameger in. Car hat me Nazim li Tişrînê dema dîmenên êrişan dikişand dît, car hat me dema êrişên ser sivîlan dikişand dît. Her wiha dema Cîhanê bajarên hilweşiyayî nîşan dida, dema dengê heqîqetê radigihand, tişta pêwîst a pîşeya xwe dikir. Wênekêşên parçebûyîn ên di wesayîta wan de jî nîşaneya vê ya herî mezin in.”
'EM Ê DEV JI ROJNAMEGERIYÊ BERNEDIN’
Di berdewamê de Saliha Arasê qetilkirina Mûsa Anter, Gurbetellî Ersoz, Metîn Goktepe û Hrant Dînk bi bîr xist û got. “Dema şer dest pê kirin, ji ewil heqîqet tê kuştin. Hedefa ewil a hêzên tarî jî rojnameger bûn. Kedkarên Çapemeniya Azad her tim têdikoşin û em ê dev ji parastina rojnamegeriyê bernedin. Em dizanin ku aliyê herî girîng ê êrişên ser me, xespkirina mafê agahîgirtinê ya gel e. Dixwazin gel bê agahî bigirin û ji wijdana îktîdarê re bihêlin. Lewma her sal bi dehan rojnameger tên darizandin û girtin. Em ê ne dev ji pirsîna hesabê hevalên xwe yên hatine qetilkirin berdin ne jî dev ji rojnamegeriya bo heqîqetê berdin.”
'TÊKOŞÎNA ME YA JI BO XEYALA WAN DÊ BIDOME’
Saliha Arasê bi lêv kir ku ji bo aştiyeke birûmet dê rojnamegeriya aştiyê bidomînin û ev tişt anî ziman: “Heta ku em li vî welatî karê rojnamegeriyê azad dikin dê li ser peywira xwe bin. Rojnamegerî sûc nîne, rojnameger terorîst nînin. Dê têkoşîna me ya ji bo bicihanîna xeyala Nazim û Cîhanê bidome. Em soza vê didin.”
Ji rojnameya Mucadele Bîrlîgiyê Serpîl Unalê jî Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi bîr anî û got ku dê ji bîr nekin.
'EM Ê TÊKOŞÎNA WAN BIDOMÎNIN’
Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Pinar Gayipê jî anî ziman ku ew ê hempîşeyên xwe yên hatine qetilkirin bi têkoşîna xwe bi bîr bînin, dê pênûsa wan li erdê nehêlin û hevalên wan ên hatine qetilkirin dê her tim pisûleya wan bin.
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Çinar Altan jî anî ziman ku Çapemeniya Azad, di şerê serdestan ê li dijî bindestan de aliyek in û li cem heqîqetê cih digirin. Altan, Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê li dijî propagandaya qirêjî ya li Tişrînê bûn dengê heqîqetê û di nivîsandina dîrokê de bi rolekî girîng rabûn. Altan, got: “Heke em li hemberî propagandaya reş a dewleta Tirk û çeteyên wê têk biçûna, dê dîrokeke cuda bihat nivîsandin. Vaye, hevalên me yên rojnameger xwedî rolekî wiha ne.”
