ENQERE - Şandeya Îmraliyê û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel piştî hevdîtinê daxuyanî dan û gotin ku mitabeqeta siyasî û civakî pir girîng e.
Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol, li Navenda Giştî ya CHP’ê bi Serokê Giştî Ozgur Ozel re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê, Şandeya Îmraliyê û Ozel daxuyaniyeke hevpar dan.
Di daxuyaniyê de ji ewil Ozel axivî û got ku têkildarî geşedanên di pêvajoyê de û xebatên komîsyonê hev agahdar kirine. Ozel, bal kişand ser çêr û heqaretên li siyasetmedar Leyla Zanayê hatine kirin û got ew vê yekê bi tundî şermezar dikin. Ozel, got ev rewş nayê qebûlkirin û wiha domand: “Em bi tu awayî qebûl nakin ku li ser vê xakê, li Anatoliyayê tiştekî wiha were kirin. Ev yek hem li dijî baweriya me hem jî li dijî çanda me ye. Divê tu kes ji me rê nede vê ferasetê.”
‘EM BI HÊVIYA SIBEROJA ADILANE NE’
Di berdewamê de Ozel da zanîn ku dê Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş û koma nivîsê ya partiyan diyarkirî bên cem hev û dê têkildarî pêvajoya amadekirina raporê, rêgeza xebata pêvajoyê û bernameyekê binirxînin. Ozel, diyar kir ku divê komîsyon vê pêvajoya nivîsandina raporê lez birêve bibe û got: “Hemû partî di vê mijarê de lihev in. Hêviya me, siberojeke ku êdî li ser vê xakê hêsirên çavan nebarin, xwişk-biratî, aştî û aramî lê serwer, tu kes bi fikara pêşerojê ne jî û parvekirineke adilane ye.”
BAL KIŞAND SER SÛRIYEYÊ
Di berdewama axaftina xwe de Ozel ev tişt anî ziman: “Hêviya me ew e ku hem li Tirkiyeyê hem jî li Sûriyeyê, ji bo Tirkan, Kurdan, Durziyan, Tirkmenan jî du dewletên destûra bingehîn, demokratîk û aştiyane hebin. Em dixwazin hem li Tirkiyeyê hem jî li Sûriyeyê aştî, xwişk-biratî, demokrasî lê serwer be.”
‘BILA HER KES DESTÊ XWE DEYNE BIN KEVIR’
Pervîn Buldanê jî got ku têkildarî hûrgiliyên asta pêvajoyê gihaştiyê axivîne û bal kişandine ser girîngiya rola CHP’ê ya çêker. Pervîn Buldanê got: “Ji ber ku pirsgirêka Kurd bi ser siyasetê re ye û çareserkirina wê berpirsyartiya me tevan e. Bêguman tişta li Tirkiyeyê tê aştî ye. Demekî dirêj şer hebû. Li vê xakê gelek xwîn rijiya. Dayik giriyan, ciwanên me hatin binaxkirin. Ji bo ev tişt êdî neyên jiyîn, divê em tevek jî destê xwe deynin bin kevir.”
PÊVAJOYA MUZAKEREYAN E
Mîthat Sancar jî got: “Hevdîtineke girîng bû. Me her carê got ku pêvajoyeke piralî û zehmet e. Dibe ku nêzikatiyên cuda û rexne jî hebin. Pêvajoyeke muzakereyê ye û divê û muzakere jî hunera hevguhdarîkirinê û guftûgoyê ye. Me jî îro mînakeke vê jiya. Pêvajo dê bi guftûgo û hevdîtinan bidome.”
MITABEQETA SIYASÎ PIR GIRÎNG E
Sancar, axaftina xwe wiha domand: “Di vê mijarê de jî mitabeqeta siyasî û lihevkirina civakî pir girîng e. Me careke din dît ku CHP wê îradeyê nîşan dide ku rola xwe ya erênî ya di pêvajoyê de bidomîne. Em mecbûr in li dijî rageşî, sorkirinên nîjadperest bi hev re têkoşîneke hevpar bimeşînin. Ev jî dê rêya aştî û demokrasiyê veke.”
