ENQERE - Nûman Kurtulmuş bal kişand ser geşedanên li cîhan û herêmê û got: “Ji bo xurtkirina eniya navxweyî, xwişk-biratî û bêpevçûniyê gelek demek me nemaye.”
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş, piştî civîna 20’an a Komîsyona Meclisê daxuyanî da. Kurtulmuş, bal kişand ser geşedanên li herêmê û cîhanê û got: “Serokwezîrê Îsraîlê yê destbixwîn, serokwezîrê Yewnanistanê û yê serokwekzîrê Rêveberiya Rum a Başûrê Qibrisê jî daye gel xwe û bi awayekî neyekser gefê li welatê me dixwe û tawanbar dike. Li hêla din şerê Rûsya-Ûkraynayê êdî derbasî Behra Reş dibe. Dema em li vê rewşê dinihêrin, dibînin ku ji bo avakirina eniya navxweyî ya Tirkiyeyê, xwişk-biratî û rewşa bêpevçûnî gelek dema me nemaye.”
‘DÊ DERIYÊ FIRSENDÊ WERE GIRTIN’
Kurtulmuş, got ku hewldan heye ku Tirkiye were dorpêçkirin û got: “Heke berpirsyartiyeke me li dijî dîrokê hebe, yek ji berpirsyartiya me ya herî girîng jî ew e ku em geşedanên li dora Tirkiyeyê baş fêm bikn û bersiva herî baş bidin. Rêya vê jî ew e ku em lîstikên emperyalîstan xera bikin û gavên heta qiyametê didomin biavêjin. Ji bo vê jî divê xwişk-biratî ne tenê di gotinê de be, divê hewcehiyên hiqûqa xwişk-biratiyê jî bên cîbicîkirin û ji bo vê gav bên avêtin. Ez, di ferqa vê de me. Heke em li gorî ruhê demê tevnegerin, dê ne tenê xebatên komîsyonê bi ser nekevin, di heman demê de Tirkiye dê firsendeke dîrokî ji dest bide. Ji bo vê jî divê her kes berpirsyartiya dikeve ser milê xwe bicih bîne. Hêvîdarim em xebatên me bi xwe re encamekî bikêr bîne.”
